Elamet Ji Bo Saetê Pir In

From Wikisource
Jump to navigation Jump to search
Elamet Ji Bo Saetê Pir In
by Mele Xelîlê Sêrtî

'Elamet ji bo sa'etê ra pirrin,
Bi kullî ji ferzane bawerkirin.

Zuhûrbûna Mehdî, xurûca Deccal,
Dê nazilbî îsa, ji bo zîddelal.

'Emel dê bi şer'a Nebiyê meket,
Xeracê û dînê fillan berzeket.

Ji paş heft-i salan neqil dê bibit,
Di qebra Nebiyê me medfûn bibit.

We Ye'cûc û Me'cûc ku pirr heybetin,
Digel Dabbet-ul erdê, rojdertin.

Ji Mexribve ew ku ji wê derkevit,
Derê tewbeê dê li me dakevit.

Hedîsa Deccalî hemî hifzîkin,
Mudamî ji fitna wî te'wîzîkin.

This work was published before January 1, 1929, and is in the public domain worldwide because the author died at least 100 years ago.

Public domainPublic domainfalsefalse