Dill Hîlakî Nazit e

From Wikisource
Jump to navigation Jump to search
Dill Hîlakî Nazit e
by Hecî Qadirê Koyî

Dill hîlakî nazit e ba xemze tedbîrî neka
Her debê bimirê meger Xellaq teqdîrî neka

Ey qîyamet qametî toba qîyamim heste ta
Da’îyey berzî le gullşen serwî kîşmîrî neka

Min xewî ew çawe erzî îbnu Sîrînim dekird
Nûst û fermûy: Hîç kesê tefsîr û te’bîrî neka!

Min le sayey em dere narrom heta rojim neyê
Ba be keyfî xoy bika, bedkar û teqsîrî neka!

çunke nirxî maçî toy gorrî hemû deste û du’a n
Xettî newxêzit weku zullfit Xuda pîrî neka!

Pêy billê badî seba xem lêre bê kes kewtuwe
Dill bu xemxwarî emane, lehzeyê gîrî neka!

Naheq e ew derheqim key deygirê mîzanî heq
Katibî e’mal eger bêt û terefgîrî neka

Xeyrî dill mawêje kes tîrit le rohî min kewê
Ta be coşî xwênî Hacî sîne kewgîrî neka


This work was published before January 1, 1929, and is in the public domain worldwide because the author died at least 100 years ago.