Dillî Birdim Be Naz û Îşwe

From Wikisource
Jump to navigation Jump to search
Dillî Birdim Be Naz û Îşwe
by Şêx Rizayê Talebanî

Dillî birdim be naz û ‘îşwe dîsan şoxî ‘eyyarê
Firîbî dam be sîhrî çawî xoy mehbûbî sehharê
Le hîcrana teqim kird ey refîqan kiwa mededkarê
Eman mirdim ‘îlacê sa le rêy pêxembera çarê
Wîsall ya qetll ya teskîn le hersê bom biken karê

Le dewrî nêrgisî mestî kesê neymawe meylî mey
Le bo şehdî lebî le‘lî denallênê dillim wek ney
Le tabî ateşî ‘eşqî bikem dad û fîxan ta key
Ewend sûtawim eslla tabî feryadim nema sa dey
Refîqan nîwe sûtin êwe, namerd ‘erze hawarê

Le rêgey ‘eşiq da nayane pêm zincîrî mecnûnî
Le destim çû rimûz û daniş û fehmî felatûnî
Weku şexsê ke zarî ka le cewrî dujminî xûnî
Le kuncî sîne dengî ay û oy dill dê be mehzûnî
Wêran bê nemdî satê lêy neyê nalley birîndarê

Ke çawî sahîrî destî be xemze û naz û îma kird
Meta‘î ‘eqll û hoş û derkimî tarac û yexma kird
Kesê neygut dirêxa kê etoy wa şêt û şeyda kird
Elay herkes deçim men‘im deka xot bo çî rîswa kird
Dirêx kuwa hallzanê rebbî tûşim bênî bîmarê

Gutim wek surme ye bo çawî aşiq xakekey jêr pêt
Le ulkey husin da ger lafî şahî lê bidey lêt dêt
Gutî meyxane bê dayim be yadî çawî mestim cêt
Seba yaranî meclîs ger hewallî min bipirsin lêt
Billê kêşaye meyxane dû çawî bêçwe eyyarê

Serî cengî heye dayim legell min çerxî dûnperwer
Ne bextim yar ne çerxim yawer û ne tali‘im rehber
Ewend bêrehm û sahêbkîne ye derheq be min dulber
Le nez‘a pêy ellêm qurban cefa bes ye dellê kafir
Erê çît dîge to segmerg karim mage pêt carê

Nemawe rewneqî bazarrî ‘eqll û daniş û wirdî
Be pûlê naykirrin lew esre da ‘îlmî edebî werdî
Le eş‘arî Reza peyda ye asarî ciwanmerdî
Durr û yaqût debarê lem kelamî şîrînî kurdî
Xiwa sakwa le dinya da qedirzan û xirîdarê

This work was published before January 1, 1929, and is in the public domain worldwide because the author died at least 100 years ago.

Public domainPublic domainfalsefalse