Dilbera Min Seherê Hat

From Wikisource
Jump to navigation Jump to search
Dilbera Min Seherê Hat
by Melayê Cizîrî

Dilbera min seherê hat-i bi tûx û bi yedek
Sed yedek bûn di berê têk-i bi sincab û weşek

Yar-i bo çûme biwarê bi ziyaret kef-i pa
»Qale ya 'aşiqu hatîke yedî hati yedek«

Dil û can herdu mi danê ko icazet ji me xwast
»Qultu estewdi'uke l-barî ellahu me'ek«

Te divê şafî û zexele jêk-i vedî tecribe ke
Da 'iyarê bi temamî binumêtin te mehek

Dewrê zulfa te muselsel bi nezer hel ko nebit
nezerê şafî dilê ser diderit nuqteya şek

Ahûya min neko rencek te bi xatir bigehit
Bi xwidêkî lew ko ew sek bi xwidê hate mesek

Bi evînê melek û çerx û felek têne sema
Rewşen in têk-i bi mihrê ji sema ta bi semek

Neko peyweste bi yek bin ji surê 'işqê du rûh
Dê bi eşbah-i bibin waşil û peyweste bi yek

Ji musemma 'eded û kesret-i esma tu mebîn
Zeyd û 'Emrên me hetta çend-i du nîne yek û yek

çi feşahet bi melahet we didêrî tu Mela
Ev edaya te di şi'rê we şirîn û bi nemek


This work was published before January 1, 1929, and is in the public domain worldwide because the author died at least 100 years ago.