Dilberê Serdarê Xûban

From Wikisource
Jump to navigation Jump to search
Dilberê Serdarê Xûban
by Melayê Cizîrî

Dilberê serdarê xûban
Ez nizam ageh heye
'Arif e bi halê qulûban
'Alim e bi halê me ye

'Alim e b’ daxê fu'adan
Gezmeyên wan nûn û şadan
çûne dil hetta biradan
Yengiyê reşgoşe ye

Gezmeyên wan şad û nûnan
Awirên eswed'uyûnan
Radikin ew qetl û xwînan
Min diye û dil şehde ye

Lazim e l’ sultan û mîran
Pirskirin l’ halê esîran
Em kirîn amancê tîran
Suxteyên dermande ye

Hêj nizanim mîr di bîr în
Zanit em sî sal esîr în
çehvenêr pirsek emîr în
Lew bi rehm û şefqe ye

Pir dibêm şefqe li bal e
'Arif e û sahibkemal e
Carinan bêne xiyal e
Pirs bikit çi lê heye

Şefqe kit carcar nihînî
Toleyê astan vixwînî
Da vekim daxan bibînî
Nar û pêt û şu'le ye

Da bizanit pêt û nar im
Kuştiyê cohtê xumar im
Muhbetê şohtim biwarim
Lazim ew zanit we ye

'Alim e b’ derd û birînê
Ma dema dîdar û dînê
Xef dibit remza evînê
Vê bizan bêşubhe ye

Herdema dilber diyar bit
Can û dil têk tar û mar bit
Dê çi reng muhbet sitar bit
Xefkirin bêfeyde ye

Herdema mehbûb zuhûr bit
Zêde mezher bêquşûr bit
Dê tecellayek li tor bit
Berqê lami' cezbe ye

Cezbeyê dil ji wucûd bir
Xef ji ber 'eynê hesûd bir
Min di mihrabê sucûd bir
Lê hecer nîşane ye

Secdeya ber nûn û dalan
Min tewafa zulf û xalan
Ev bes e j’ sahibcemalan
Da biçîn lê 'umre ye

Ê yekê sadiq hebînî
Bêhicab ger ew bibînî
Ma li hişyarî dimînî
Serxweşê bêbade ye

'Işq e tuxraya nihînî
Herdema mehbûb dibînî
Dê bi dil lazim bixwînî
Ev çi ism û nusxe ye

Lami'a wê husn û nûrê
Gerçi tê dil şubhê torê
Batina nayê zuhûrê
Lê hicab û perde ye

'Arif in me'naşunas in
Lê bi sed şûret libas in
xeyrê mehbûb wan nenas in
Xef ji wan zanî me ye

Ê li min yengî kişandî
Sed xedeng vê ra reşandî
Dil ji derbê herişandî
Ez kirî extirme ye

Lazim ew zanit bi halî
Dilber û yarê muwalî
Gezmeyên qewsên hilalî
Derb li nîva sîne ye

Hêj dibêm mehbûb nizanî
Min ew e rûh û kiyanî
Pirs nekir bîra xwe nanî
Ev çira perkende ye

Pirs nekir şahê cehanî
Yûsifê dewr û zemanî
Ev çi xak e l’ asitanî
Bel esîrek j’ên me ye

Bûme xak ez lew ji rê ve
Da dema yar bê ji wê ve
Damenê bigirim ji pê ve
çendekê min cehde ye

Çendekê taqet didêrim
Bim xubar bedrê veşêrim
Ger ji çehvan ez biwêrim
Min zenexdan telbe ye

Da binoşim mey ji lêvê
Mawera reyhan û sêvê
Lûlûyên şekkir di nêvê
Ab-i heywan çeşme ye

çeşmeya ava heyatê
Şerbeta qend û nebatê
Min li daxan ew mufa tê
Can ji bo şukrane ye

Lew weko sewda û dîn im
Herdema dêmê dibînim
Dîn dibim heyran dimînim
Muşterî ya Zuhre ye

Şems di nêv birca şeref da
Sed kewakib çar teref da
Muşterî hatî bi ref da
Istiwa çû qible ye

Afitabê d’ istiwayê
Ez ji ber derb û cefayê
Canfida tême liqayê
şubhetê perwane ye

Min tu yî meqşûd ji jînê
Min ji ber mewca evînê
Sed dikem dîdar û dînê
mezher e bes zêde ye

Rohniya çehvê nebînan
Murşidê meczûb û dînan
Darûwê derd û birînan
Min teleb dîna te ye

Bêne pê nazik mubarek
Deyne ser çehvên me barek
Min curûh xweş bin bi carek
Rohn bibin pê dîde ye

Bên kefa nazik ji nûrê
Tilliyên cama tehûrê
Bihn ji mawerd û bixûrê
Min ziyaret tewqe ye

Da li ser çehvan bimalim
Bilbilê werdên bixal im
Carekê rehmê ke zalim
Şefqexûy heqqê we ye

Er nekî rehmê tu mîro
Dê çi bit halê me îro
Qet nebê carek esîro
Girtiyê sîsale ye

Şoncihê peykan û neslê
J’ tiliyên yaqût û feslê
Er nekî derman bi weslê
J’ derb û tîr û gezme ye

Gezmeyên yarê ko bavê
Ne j'mey û qend û gulavê
Bêt dewa kit wan di gavê
Ma heyatek lê heye

Ne tinê qend û nebat î
Mezherê rûh û heyat î
Hem but û 'Uzza û Lat î
Lew me dil butxane ye

Xwendê latê Azer î tu
Bê çi şîrîndilber î tu
Her cihê lê bêwer î tu
Bêxilaf ew ke'be ye

Ma dibit bêxin xilafê
Ser didit ba vê nisafê
Er bikî bême tewafê
Min bi eswed secde ye

Da ziyaret kim nişanî
Ber Zuhel bêtin qiranî
Tole yim ser l’ asitanî
Çehvenêrê mûçe ye

Ma bi zehrê şekkerînî
Mûçe dî da xef bixwînî
Da reqîb mel'ûn nebînî
Pir »'eleyhi l-le'ne« ye

Ger bibexşî dil muradê
J’ wê heyat û xemr û badê
Da nekim gille û dadê
Dad me dîsa ber te ye

Guh bide ber gilh û dadan
Hakimê şehr û biladan
Dê tu daxwaz û muradan
Dî kesê bêçare ye

Dê tu dîsa şefqetê kî
B’ ew nişana cebhetê kî
Me j’ herêmên xidmetê kî
Mehremên bêperde ye

Bê nişanên me nişan kî
Mah û Xurşîdê qiran kî
Bende kelbê asitan kî
Dûr nekî xweş tole ye

Da dema suhbet bi coş bê
Cam bi xweş le'lan bi noş bê
Me j' hebîb sed deng surûş bê
Dînber û pir'işwe ye

Şerbeta wê cam û tasê
Yar ko tê bête ‘n'ikasê
Bêt me jî feydek ji kasê
Ab-i heywan ew bi xwe ye

Ê ji vê zerfê vexwarî
Xwendî ew xettê xubarî
Mestiya çehvên xumarî
Qenc dibê ew zêde ye

Min li dil tîrik muxil dî
Têk ji ber xwînê qizil dî
Lê dibêm derdê ko dil dî
Hêj ji çehvên şehle ye

Rohniya çehvên Melayî
Xaliqê husna te dayî
Hub tinê da min gedayî
Husn û hub yek çeşne ye

Dîtiya nûra yeqeq me
Sed neseq lew tên sebeq me
Pir nebî erzan li heq me
Lê Mela xweş bende ye


This work was published before January 1, 1929, and is in the public domain worldwide because the author died at least 100 years ago.