Dil ketimê

From Wikisource
Jump to navigation Jump to search

Dil ketime dil ketime Cara peşî dil ketime Guherî guherî Ev delal min guherî

Dil da min dil da min
Ve nazdare dil da min
Min soz da, we soz da min
Bûye parçek ji cane min
Min maçek ji wan leva xwest
Heyrana bejna bilind
Wî kene renge reng
Dile min kiriye wek pereng
Dilxweş bûm kefxweş bûm
Dîtina we ez geş bûm
Wek serxweşek be hiş
Ketime riya çep û rast
Qediya qediya
Şeva dawî hejiya
Guherî guherî
Ev delal min guherî
(Ciwan Haco)