Dil Yek e (Bes)

From Wikisource
Jump to navigation Jump to search
Dil Yek e (Bes)
by Melayê Cizîrî

Dil yek e dê 'işq-i yek bit 'aşiqan yek yar-i bes
Qible dê yek bit qulûban dilberek dildar-i bes

Min di benda zulfekê dil da bi destê pîrê 'işq
Lew di 'işqê da ko best ihram û yek zunnar-i bes

Terh û terzê bûne zunnar û çelîpa yek bi yek
Lew mi zunnar û çelîpa yek tinê yekcar-i bes

Hin ji nik dêrê ve tên qesta keniştê hin dikin
Ney ji van im ney ji wan im min derê xemmar-i bes

Gerçi tên reqs û semayê her seher sed neyşeker
Min di bezma sirşirînan ew şirînreftar-i bes

Weh çi wala gewher in hatin libasê cism û can
Min ji wan horîsiriştan ew perî rûxsar-i bes

Hewce sihrê Samirî nîn in ko zulfa reş bikit
çeşmê benda dilrubayan kagula 'eyyar-i bes

Bilbilan sed gul di çav in çav li sed gul dî dikin
Min di baxê gul'izaran yek gul û gulnar-i bes

Min di baxê gulfiroşan dî 'eceb resmek xerîb
Xariteb'an gul di dest in gulperistan xar-i bes

Ew cefa çû der ji hed zulma te bir hetta bi çîn
Rehmekê carek nekî hey zalim ev azar-i bes

Xerqê deryayê gunah în teşneyê lutfa heq în
Rehmeta amirzigar û şefqe'a xeffar-i bes

Ehlê dunyayê seraser dijminên min bin Mela
Piştemêrê min 'Elî bi, heyderê kerrar-i bes

This work was published before January 1, 1929, and is in the public domain worldwide because the author died at least 100 years ago.

Public domainPublic domainfalsefalse