Di Nav Qewmê Xerîb

From Wikisource
Jump to navigation Jump to search
Di Nav Qewmê Xerîb
by Mela Huseynê Bateyî

Ya Îlahî ez xerîb im daîma her dil kebîb im
Bê hebîb im bê tebîb im mam di nav qewmê xerîb

Metrûkê bab û bira me sohtîyê şem' û çira me
Kuştîyê dest dîlbera me mam di nav qewmê xerîb

Kuştîyê tîra xedar im kes nenas im ez dizarim
Ez feqîr im ustuxwar im mam di nav qewmê xerîb

Ez feqîr im bê newa me rûreş im ez rûsîya me
Racîyê 'efwa xuda me mam di nav qewmê xerîb

Aşiq im bê kar û kesb im ez feqîr im dûrîdest im
Serxweş û sekran û mest im mam di nav qewmê xerîb

Serxweş im min hal tunîne cergê min safî birîne
Her dirêjim av û xwîn e mam di nav qewmê xerîb

Av û xwîna dil me kerr kir ah û wah cergê me zer kir
Xurbetê hal im xerab kir mam di nav qewmê xerîb

Terkê ewtana xerab e ez neçar im çare nabe
Ya Îlahî dê çawa be mam di nav qewmê xerîb

This work was published before January 1, 1929, and is in the public domain worldwide because the author died at least 100 years ago.

Public domainPublic domainfalsefalse