Di Dunyayê Kes Dî Ji Bil Wî Nedî

From Wikisource
Jump to navigation Jump to search
Di Dunyayê Kes Dî Ji Bil Wî Nedî
by Mele Xelîlê Sêrtî

Di dunyayê kes dî, ji bil wî nedî
Di 'uqbayê mu'min dê bêjin me dî.

Li wê ew dibînin Rebbê 'aliye,
Welêkin heqîqet nizanin çiye.

Bi hindî resûlan îmanê tu bîn,
Tefadul ji bo wan li nik xwe nebîn.

This work was published before January 1, 1929, and is in the public domain worldwide because the author died at least 100 years ago.

Public domainPublic domainfalsefalse