Di Dest Da Yengiyek Nûbar (Ebrû)

From Wikisource
Jump to navigation Jump to search
Di Dest Da Yengiyek Nûbar (Ebrû)
by Melayê Cizîrî

Di dest da yengiyek nûbar-i min dî ew keman ebrû
Li bala cedwelek cebbarî lê da hemqiran ebrû

Ko heq ev herf û xet kêşan li talayê me derwêşan
Du qewsan goşe lê badan we ser peyweste man ebrû

Te dîdarî te reftarî te elmasên şekerbarî
Bi 'eynê rê li ser şadan du nûn reyhan numan ebrû

Bi hemdi l-lah bi feyrûzî li wechê dilberê min dî
Ko mahê nû nişan min dan li taqê asiman ebrû

Te'ale l-lah nişan dane bi husnê ev neseq dane
Ji neqş û şen'etê heq ev nişan çeşm ev nişan ebrû

Ji re'na nêrgizên şehla mecalê hemqeran bînim
Hezar remz û işarat in ji wan qewsên çevan ebrû

Mela dil têk te peykan in ji mehbûban me nîşan in
Kemandarên di xeddar in di birca esmeran ebrû

This work was published before January 1, 1929, and is in the public domain worldwide because the author died at least 100 years ago.

Public domainPublic domainfalsefalse