Di Şorezarekê De

From Wikisource
Jump to navigation Jump to search
Di Şorezarekê De  (1932) 
by Qedrîcan

Ez û hevalekî xwe li ser rêkê dimeşin
Em ji kêra hatine kuda diçin? napirsin.

Ji halên xwe dizanin em rêwînin qedîm in
çiqas zeman dibore xwe bêmecal dibînin

Sol di lingê me nema, pritîne cilê me
Neynûkê me dirêj in, bûne gulî porê me

Tinê tiştê bi me re ko wekî berê mane
Keşkûl gopalên di me, evan bi mer wefane

Histiriyê çavbelek, carna diket lingê me
Êşa di van mîratan davît ta ser dilê me.

Gava dibû zivistan mericif canê tazî
Ku havîna germ dihat bêfêde bike gazî

Hêdî hêdî canê me qeşm û qertîş derdixe
Ber alatan hîn dibin bivênevê xwe bixwe

Bi vî hawî em diçin, bê eqlê xwe bê şiûr.
Ev rêya ma bê dawî pêş ve diçû dûr ko dûr

Rûjek dîsan ji rûjan qet hal dime nema bû
Ne gund û ne gundiyek ew cih pêda tenha bû

çima şûnda hinek deng hate ji nagihanî
Lê bala xwe didimê ew deng pir kûr di nalî

Min dil kir ko bibêjim mêze bikî hewalo
Meger ew jî bihîstî, ko gote: -Ey delalo!

Ev çi denge dinale? gelo li vî cihê ha
Nebe ew jî weke me keramperê ber bi ba

Wisan derket texmîna hevalokê niktecan
Bextreşekî Kurmanc bû dikir ax û ox, aman

Min jê re got: -Ey bira te çi hal û hewal e?
çiman wisan vegerand, got derdê min giran e
çîroka min dirêj e, bêt nivîsîn roman e

Ez ji Kurdên Serhedê; Melazgird e gundê min
Ez derketî heft sale. Bi hiş û dilê min

Zmanê min bû sebeb, bû felaket ji bo me
Mirovên çavsor hatin, jê re digotin rom e

Zmanê me î delal yasaq krin bizorî
Zmanê xwe î dixwar bo me kirin mecbûrî

Êdin curmek mezin bû, bi Kurdmancî xeberdan
Guhnedanî heqê kêûheps û sungî û zîndan

Êdin wisan nedibû, me cendekan xwe kar kir
Li hemberî dijminan me hespê xwe pir xar kir

Lê.. felekê bi me re nebir serî em qels man
Wek e nokên li kevir em li deran bêkes man

Dê û bavê min hemî bi tevayî wendane
-Hevalê min î ewilî xwe avête nav-
Gelo tu qet nizanî li kîjan alî mane?

Lo birawo! zinaro çiman tu min nas nakî
Ez Ferzendê bira me, em in ji dê û bavkî

Herdu biran himbêz bûn bi kul girî û keser
Erd û ezman hejiyan, agir kete dar û ber.

This work is created in Syria and is now in the public domain there because its term of copyright has expired pursuant to the provisions of Law No. 12/2001, Syria's first ever copyright law. This work meets one of the following conditions:

  • Article 22 - "The author shall be entitled to his copyrights for his lifetime and fifty years thereafter. If the work is a combined effort of more than one author, then the copyrights are entitled for the lifetime and fifty years after the death of the last author party of the work."
  • Article 23 - "The work published without mention of the author or with the mention of a pseudonym shall be entitled to the copyrights for fifty years as of the date of the first legitimate publication. If the identity of the author is revealed or doubts are no longer valid as for specifying the same before such period lapses, the copyrights shall be applied as per the provisions of Article 22 of the law herein."
  • Article 24 - "Protection of audio - visual, broadcast, televised or cinematography work shall be enforceable for fifty years as of the date of producing the work."
  • Article 25 - "Photographic, fine arts or plastic arts shall be enforceable for ten years as of the date of producing such work."

Public domainPublic domainfalsefalse