Destê Qudret

From Wikisource
Jump to navigation Jump to search
Destê Qudret
by Melayê Cizîrî

Destê qudret ko hilavêt ji bejna te niqab
Bi cemala ceberûtî me neman perde û hicab

Li gulên tey ter û nazik ko seher girtî xwinav
Di ebarîqê qinînan ji hesed şohtî gulab

'Eynê kafûrî ye meşreb me ji husna te ye şaf
Lew ji 'işqa te di dil da me vebû 'ilmê 'ubab

Me ji ser çeşmeyê heywan qedehek şafî vexwar
Nagihî lezzet û zewqa me bi sed cildê kitab

Lew di çengê me dixwînî ko di 'işqa te bi saz
Me bi bejna te dixwînin ney û qanûn û rebab

Qehweya telxê digel zehra helahil biderî
Me ji destê te mubarek şekeramêz e gulab

Qulzemê 'işqê ji bayê xwe muxalif demekê
Di hemamatê 'ecacê me li ser destê xirab

Seherê Xudrê 'inayet ko birîn çeşmeyê dil
Bi cehanê me nezer da ko cehan 'eyn-i serab

Bi hebabê mebe mexrûr wihe sergeşte Mela
Ba vi ber keftiye wê beyhude sergeşte hebab

We ye hudhud ji Seba bêt û bizanîn çi ye hal
Ko li halê me xerîban ne su'al û ne cewab

Herdu birhên te ne mihrab-i çi îman û çi kufr
Bûd û nabûd ko yek in ev çi sewab û çi 'iqab

Were nîşanê Nişanî de xwe bêperde seher
Lê ji xwînê bike perhîz ko şehîdan çi hisab


This work was published before January 1, 1929, and is in the public domain worldwide because the author died at least 100 years ago.