Derd û Dax im

From Wikisource
Jump to navigation Jump to search
Derd û Dax im
by Mela Huseynê Bateyî

Derd û dax im
Le’lî yar im ho
Sîne germ im
Efxanê pêt û nar im ho

Dê çilê kim ez
Milk û mal û zêr
Ji gerdena zer
Ez hîvîdar im ho

Gulşena gul tê da
Gul di nav hewzê da
Tîr ji çeşman lê da
Kelefdar im ho

‘Erzîhalek anî
Hêj ne xwend û nezanî
Dê fida kim canî
Canfiday im ho

Dil tijî kovan im
Rehm û fermanê xan im
Ey penahî can im
şehriyar im ho

Ji du zulfan hey hey
Ji du xalan wey wey
Dermend e Batey
Tar û mar im ho

This work was published before January 1, 1929, and is in the public domain worldwide because the author died at least 100 years ago.

Public domainPublic domainfalsefalse