Der Heq Me

From Wikisource
Jump to navigation Jump to search
Der Heq Me
by Melayê Cizîrî

Der heq me bi şîrê xwe meke teqşîrê
Ya bit di şuxla me bikî te'xîrê

Tuxrayê Humayûn ko dikin turreyê emr
Zulfa te ye anîn ji xeta tehrîrê

husna te nizanim bi çi teşbîhê bikim
»Fî ehseni teqwîm« lew hatiye tefsîrê

Surra te li dêm ayetê kubra ye neşêm
Lê d’ neql û riwayet dikirim texsîrê

Ger qelbê heqîqet niye yek carê çira
'Işqa te kirîn zîr û zeber iksîrê

Ma qudreta def'ê heye wer şîrê 'Elî bit
Lami' ko bidit şa'iqeya teqdîrê

Bê qudretê tu, quwwetê mexlûqê çi kit
Memnû' e li nik 'eql ko bikit te'sîrê

Ney bestê tilismê me bi sed xane biret
Qadir heye 'arif bikirit teqrîrê

Ber dilber û leb ber leb û endamê li yek
Xewna me bi yarê bidinê te'bîrê

Zatî ji wucûda me sebeb wê tu dizanî
Naête hisabê felekê tedwîrê

Ateşperesê wadiyê 'işq în û 'eceb
Dînarperes û wê dibirin tekfîrê

Mihraba du birhên te bibînit 'arif
Niyyet çi bi cih têt dema tekbîrê

Zanim te çi mizraq-i vi dil keftiye lê
Carek tu goyê di derbên tîrê

Teqdîrê ko hukmê li Melê carî kit
Qet kes heye mumkin bidetê texyîrê


This work was published before January 1, 1929, and is in the public domain worldwide because the author died at least 100 years ago.