Derê Meyxaneya Işqê Seher

From Wikisource
Jump to navigation Jump to search
Derê Meyxaneya Işqê Seher
by Melayê Cizîrî

Derê meyxaneya 'işqê seher 'arif ziyaret kir
Bi ab-i çeşm û xwîna dil wudû best û teharet kir

Werîn cama hilalê da ji 'eksê mah-i new bînî
Ko xanê mihr û cergê çerx û xewanê roze xaret kir

Bi mîzan qewsê mahê new li wechê dilberê min dî
Ji çeşm û guşe'ê ebrû bi dor camê işaret kir

Bi ebşaran nezer min çû ji çerxê qewsê ebrûyan
şukurxaz în ko çehvan karê ber 'eyn-i beşaret kir

Ji ber dêmê niqab avêt û destûra tewafê da
Di se'yê Beyt û ihramê we min eswed ziyaret kir

Di dîdarê hezaran can nisarê meqdemê yar in
Kesê canan bi can bînit di 'işqê wî ticaret kir

Bi dînarê dinê zinhar da yarê xwe tu nefroşî
Kesê Yûsif firotî wî di 'alem da xesaret kir

Tinê ew secdeya şukrê te bir mihrabê qewseynan
Ko delq û şeml û seccade bi vê avê qesaret kir

Di behsê le'l-i leb her xam-i narit teb'ê elmasê
Welê te'sîr û feydê mihrê tedbîrê heraret kir

Di i'cazê beyanê da suxen ger bête inşafê
Dizanit muxteşer her kes Melê sihre'ibaret kir

This work was published before January 1, 1929, and is in the public domain worldwide because the author died at least 100 years ago.

Public domainPublic domainfalsefalse