Danezana Gerdûnî Ya Mafên Mirovan 2

From Wikisource
Jump to navigation Jump to search

Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan ji aliye Neteweyên Yekbûyî di dîroka 10 Berfanbar 1948 de hate pejirandin. Ev danezan bû belgeyeke esasî ji bo tekoşîna mafên mirovan di hemû dinya da.


Dîbaçe[edit]

Herwekî nasîna weqara ko bi hemû endamên malbata mirovî re heye û mafên wan ên wekhev û sabit bingehê azadî, dad û aşitiya cihanê pêk tîne,

Herwekî nenasîn û piçûkdîtina mafên mirov rê dan kirinên barbar ko wijdana mirovahiyê didin isyanê û avakirina cihaneke ko tê de ewê heyinên mirovî, di peyivîn û bawerkirinê de serbest bin, ji xof û belengaziyê rizgar bin wek xweziya bilindtirîn a mirov hate îlan kirin,

Herwekî bingehî ye ko mafên mirov ji alî rejîmeke hiqûqî ve bên parastin ji bo ko mirov mecbûr nemîne, wek çara dawîn, li dijî zorkari û zulmê rabe,

Herwekî teşwîqa pêşvebirina peywendiyên dostaniyê di navbera neteweyan de bingehî ye,

Herwekî gelên Neteweyên Yekbûyî di Destûrê de ji nû ve baweriya xwe ya bi mafên bingehî yên mirov, di nav weqar û rûmeta kesê mirovî de û di wekheviya mafên mêr û jinan de, dane zanîn û diyar kirine ko ew biryardar in ko arîkari bidin pêsveçûna civakî û bicihkirina mecalên çêtir ên jiyanê di nav serbestiyeke mestir de,

Herwekî dewletên endam qewl dane, ko bi hevkariya Teşkîlata Neteweyên Yekbûyî, riayeta gerdûnî û fiîlî ya mafên mirovî û azadiyên bingehî ewle bikin,

Herwekî têgihiştineke hevbeş a van maf û azadiyan ji bo bi temamî bicîhanîna vê teahudê ji giringiya bilindtirîn e,

Civîna Gelemperi vê Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirov

wekî îdeala hevbeş a ko hemû gel û hemû netewe dixwazin bighênê ji bo ko hemû kes û hemû organên civakê, ev Danezan timî di bîr de, bi hînkirin û hêvotinê bixebitin ko riayeta van maf û azadiyan pêşve bibin û bi tedbîrên berebereyî yên neteweyî û navneteweyî, nasîn û bicihanîna gerdûnî û fiîlî yên wan him di nav gelên dewletên endam bi xwe him di nav yên erdên ko li jêr hukmê wan de ne ewle bikin.

Bend 1[edit]

Hemû mirov azad û ji aliyê maf û rûmetan ve wekhev tên dinyayê. Xwedî hiş û wijdan in û divê bi hestên biratiyê nêzîkayî li hev bikin.

Bend 2[edit]

I. Her kes bêyî ku duçarî cudahiya ji ber nîjad, reng, zayend , ziman, ol, baweriya siyasî an jî yeke din jêbûna neteweyî an jî civakî , saman (serwet), zayîn an jî rewşeke din bibe, xwedî sûdwerirtina ji hemû maf û azadiyan ê ku di vê Danezanê de hatine ragihandin.

II. Her wiha ji ber statuya siyasî, hiqûqî an jî ya navneteweyî di navbera mirovan de cudayî nayê kirin; te divê ev welat an herêm serbixwe an jî te divê ne xweser an jî te divê ne xweser an jî di bin rajêriya tahdîda serweriyekê de be.

Bend 3[edit]

Jiyan, azadî û ewlehiya kesanî, mafê her mirovî ye.

Bend 4[edit]

Tu kes di bin koletî an jî bendetiyê de nayê hiştin; koletî û bazirganiya koleyan bi hemû awayî qedexe ye.

Bend 5[edit]

Li tu kesî îşkence û stem nayê kirin, bi kirînên derî mirovanê û rûmetşikên nêzîkayî lê nayê kirin û ceza lê nayê birîn.

Bend 6[edit]

Her kes li ku dibe bila bibe xwediye mafê nasîna kesatiya xwe ya hiqûqî ye.

Bend 7[edit]

Her kes li ber qanûnan wekhev in û ji parastina qanûnan bi awayekî yeksan xwedî mafê sûdwergirtinê ne. Hemû mirov li hemberî ciyawazî û her cure sepanan ên ku vê danezanê îhlal dikin û bi navtêdanê han didin van kiryaran, xwedî mafê hêvişaneke wekhev in.

Bend 8[edit]

Her mirov xwedî maf e ku li dijî kiryarên li derî mafên bingehîn ên ku qanûnan jê re nas kirine ji bo ku maf û hiqûqên xwe bi awayekî kirdarî biparêze, serî li dadgehên neteweyî bide ku bi vî karî erkedar in.

Bend 9[edit]

Tu kes bi awyekî kêfî nikare bê girtin, ragirtin an jî mişextkirin.

Bend 10[edit]

Her kes, ji bo ku maf, berpirsî an jî tawanbariya ku lê tê kirin û je re ceza tê xwestin. Bi aweyekî rast esehî bibe, mafê wî heye ku li doza wî, li dadgeheke serbixwe û bêalî û bi şêweyek xwedayî û aşkera bê nihêrtin.

Bend 11[edit]

I. Her mirovê ku ji ber kirina tawanekî bersûc e , ji bo parêziya wî divê ku hemû mere bên paydekirin û bi awayekî aşkera bê darizandin; her wiha bêrî tê hesîbandin heta ku li gorî qanûnan tawanbar tê dîtin.

II. Tu kes, ji ber kirin û îhmalan, ku di gava pêkhatîna wan de li gorî qanûna neteweyî an jî navneteweyî ne sûç e, nayê ceza kirin. Ligel vê yekê, di heyna kirina sûç e, nayê ceza kirin. Ligel vê yekê, di heyna kirina sûç de, ji bilî cezayê heyî cezayekî hîn giran nikare lê bê birîn.

Bend 12[edit]

Tu kes nikare têkilî jiyana arizî, malbat xanî an jî ragihandin û pevnivîsîna yekî bibe û ziyanê bide rûmet û şanên wî li hemberi têkilbûn û ziyandayînên wiha, bi qanûnan mafê hêvişandinê yê her kesî heye.

Bend 13[edit]

I. Mafê her kesî heye ku di nav axa dewletekê de bi serbestî rêwîtiyê bike û devera ku lê bi cîh bibe, ji xwe re hilbijêre.

II. Mefê her kesî heye ku ji welatekî, yê wî ji tê de, derkeve û carekî din vegere wî welatî .

Bend 14[edit]

I. Mafê her kesî heye ku, ji ber zordestiyê daxwaza penahiyê li Welatekî bike û ew welat jî penabariya wî bipejirîne.

II. Ev maf ji bo sûcên ne siyasî an jî , ji bo wan kirinên ku li derî rêgez û mebestên Neteweyên yekbûyî ne lêpirsîn der barê wan de hatiye kirin, nayê xwestin.

Bend 15[edit]

I. Mafê her kesî heye ku bibe welatiyê welatekî

II. Tu kes bi awayekî kêfî ji mafê welatî an jî guhartina welatiyê bêpar nikare bê hiştin.

Bend 16[edit]

I. Mafê her jin û mêrê berzewac heye bêyî ku rastî tixûbdariya ji ber nîjad, welatî an jî olî bê, bizewice û bibe xwedî mal û halê. Mêr û jin di pêkanîna zewacê, di domandin wê û di heyna dawîlêanînê de xwedî heman mafan in.

II. Zevac, tenê bi dil û rezaya kesên ku dê bi hev re bizewicin, pêk tê.

III. Malbat, hêmana bingehîn û sirûştî ya civakê ye; her wiha xwedî maf e ku ji hêla civak û dewletê ve bê hêvişandin û parastin.

Bend 17[edit]

I. Mafê her mirovî heye ku bi tena serê xwe an jî tevî kesên din bibe xwedî mal û milk.

II. Tu kes bi awayekî kêfî ji mal û milkên xwe bêpar nikare bê hiştin.

Bend 18[edit]

Mafê her kesî yê azadiya ji bo raman, wijdan û olê heye. Ev maf ji bo azadiya guhartina ol an jî baweriyê ye; her wiha azadiya bi awayekî aşkera an jî arizî, bi serê xwe an jî pevre pêkanîna ol an jî baweriyê û hînkirin , bicahanîn û perestîşa ayînan jî, tê de ye.

Bend 19[edit]

Mafê her mirovî heye ku ramana xwe bi aweyekî azad aşkera bike . Ev maf ew e ku divê kes ji ber ramanên xwe neyê êşandin û bêyî ku sînorên welêt bibin asteng, her kes karibe bi her cure amrazan li agahî û ramanan bigere, bi dest bixe û ber belav bike.

Bend 20[edit]

I. Her mirov xwedî maf e ku bi mebestên aştîxwazane civînan pêk bîne, komeleyan damezirînê û beşdarî komeleyekê bibe.

II. Tu kes neçar nayê hiştin ku têkeve komeleyekê.

Bend 21[edit]

I. Mafê her kesî heye ku rastersat an jî bi riya nimînendiyê xwe yê ku bi serbestî hilbijartiyê, beşdarî li kargeriya welatê xwe bike.

II. Mafê her kesî heye ku bi wekhevî sûd ji xizmetên gelemperîyên welatê xwe wergire.

III. Bingeha hêza destihalatê ya tekane viyana gel e. Ev viyan xwe dispêre mafê dengdanê ya wekhev û giştî ku di demên diyar de bi awayekî veşarî an ji bi azîneyên manendî vê û bi hilbijartînên dirust pêk tê.

Bend 22[edit]

Vekî endamê civakê, mafên her mirovî yên aborî , civakî û çandî hene ku ew ji bo ewlehiya sosyal, bi awayekî serbest werarbûna kesatî û rûmetê pêvist in. Takekes, li gor kan û dahatûyên her dewletî û saziyên wê hewldanên neteweyî yên ji bo vê yekê û hevkariya navneteweyî, ji van mafan sûd û kelkê werdigirin.

Bend 23[edit]

I. Mafê her mirovî yê xebatê bi serbestî bijartina pîşê, şixulîna di mercên xebatên ên guncan û dadwer de û parastina li dijî bêkariyê heye.

II. Mafê her kesî heye, ku bêyî tu cihêtiyê di bergîdana karekî de mizayeke yeksan bistîne.

III. Her kesê ku dixebite mafê wî yê mizayekê têrker û dadwer heye ku dikaribe ji wî û ji malbata wî re jiyaneke şayanê mirovan dabîn bike û heke hewce bike bi derferên din ên parastina sosyal bê temamkirin.

IV. Mafê her kesî heye ji bo hêvişandina berjewendiyên xwe, sendîkayan çêke û beşdarî li wan bike.

Bend 24[edit]

Mafê her mirovî yê ji bo bêhnvedanê, kêf û hengkirinê, bi taybetî di nav tixûbekî maqûl de hiştina maweya xebatê û di heynên diyarkirî de derketina betlaneyê ya mîzedar heye.

Bend 25[edit]

I. Xurek, cil û berg, xanî xizmetên tenduristiyê û xizmetên civakî yên pêwist jî di nav de mafê her mirovî heye ku bibe xwedî asta jiyaneke guncan a ku karibe gumrehî û tenduristiya wî û malbata wî pêk bîne. Her mirov ji ber rewşa bêkarî, nexweşî, seqetî, bîtî, pîr û kalitî an jî gava ku ji derfetê debarê bêyî hemd û vîna xwe bêpar bimîne û ji bo rewşên din , xwedî mafê ewlehiya civakî ne.

II. Dê û zarok, pêştir û bi taybetî xwedî mafê pûtepêdayîn û alikariyê ne. Hemû zarok, çi di dema zewacê de û çi jî li derveyî zewacê çêbûne ji heman ewlehiya civakî sûdê werdigirin.

Bend 26[edit]

I.Mafê her mirovî yê perwerdebûnê heye. Perwerdahî bêpereye, qet nebe divê ku di heyna perwerdeya destpêkê û bingehîn de ev yek wiha be. Hêvotina seratayî mecburî ye. Divê ku her kes ji hevotîna teknîkî û pîşeyî karibe sud û kelk ê wergire, Perwerdehiya bilind, divê ku li gorî behredarî û jêhatîbûnê, bi wekheviyeke tam ji her kesî re vekirî be.

II. Divê ku perwerdehî, pêşxistina tam a kesatiya mirov, rêzgirtina li mafên mirovan û azadiyên bingehîn ji xwe re bike armanc. Dive ku ew han bide têgîhîjtin, xweşbînî û dostaniya nava hemû netewe, nîjad û olan de û wisa jî divê ku xebatên ji bo parastina aştiyêyên Neteweyên Yekbûyî jî bi pêş bixe.

III.Mafê dê û bavan ê hilbijartina cûreyê perwerdehiyê heye ku wê bidine zarokên wan.

Bend 27[edit]

I.Mafê her mirovî heye ku bi serbestî beşdarî li jiyana çandî ya ciwakî bike, ji hunerên ciwan zewq bistîne û ji pêşveçûnên zanistî û ji encamên wan para xwe bistîne.

II.Mafê her mirovî yê parastina berjewendiyên wî yên madî û manewî heye, ku ew ji her cure berhemên zanîstî, wêjeyî û hunerî tên.

Bend 28[edit]

Mafê her mirovî yê ji bo pergaleke civakî û navneteweyî heye da ku maf û azadiyên di vê danezanê de dîyarkirî ne, bi awayekî tam bêne cih.

Bend 29[edit]

I. Erk û vatiniyê her mirovî li hemberî civaka wî heye, ku tenê dikare di wê de kesatiya wî serbestane û bi aveyekî tam bi pêş bikeve.

II. Her mirov gava ku ji maf û azadiyên xwe sade werdigire tenê di heyna nasîna maf û azadiyên kesên din de, yên ji bo pêkanîna pêwistiyên rast ên sincî, pergala gelemperî, refaha giştî û civakeke demokratîk, dikare bi hukmê qanûnan rastî tehdîdan bê.

III. Ev maf û azadî bi tu awayî nikarin li dijî armanc û rêgezên neteweyên yekbûyî, bên bikaranîn.

Bend 30[edit]

Tu hukmekî vê danezanê, ku tê de maf û azadî hatine ragihandin, nikare bê şîrovekirin ku maf dide dewletekê, komekê an jî kesekî, ku parastina belakirin an jî hilanîna wan hukman bike.

Nîşe: Ev werger ji hêla Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ve hatiye kirin.