Dalî Qedim

From Wikisource
Jump to navigation Jump to search
Dalî Qedim
by Hecî Qadirê Koyî

Dalî qedim ke elfî esay girt be deste we
Tîr û kemane, seydî cewanîm nebestewe!

Ey peykî nale bênî serî zullfî bêne çeng
Ger xakî pêy dellêy, hemû dem wa be deste we

Gawî felek be barî xemî zig dehênte erz
Min çûme jêrî bê gile bem cîsmî xeste we

Bo qesrî wesfî ew mehe mî’marî fîkretim
Westawe kullî lehze be xoyî û kereste we

Qurban reqîbî seg ser û çawî şikandûm
çon bitgemê be pêy şel û destî şkeste we

Ew newrresey îcarey miskênekan deka
Heccac e gerçî seyîd e bem xurc û heste we

Ta subhî gerdenî le şewî zullfî hellneyê
Hacî mellê be talî’î nûstû: Hellistewe!


This work was published before January 1, 1929, and is in the public domain worldwide because the author died at least 100 years ago.