Dîsan Ji Nû Eşqa Berê

From Wikisource
Jump to navigation Jump to search
Dîsan Ji Nû Eşqa Berê
by Eliyê Herîrî

Dîsan ji nû eşqa berê pur-enderûnim ateş e
Zulfa muzeyyen 'enberê de'wa digel xala reş e

Xala li dêmê dil reva sed rûh û canim bin feda
Sotim gelo çum tê nema terkim kirin eql û huş e

Eql û huşim bûne esîr dinya ku geh geh tête bîr
Dem şubheta bedra munîr zulfa ji werdê bên xweş e

Werdan ji nêv zulfan derîn şu'la binefşê têwerîn
Bala û qedda 'er'erîn her yan li ser marê reş e

Dîsanê hey tet û teçit(diçit) îhyayî emwatan tebit(dibit)
Wechan mudam nûr jê teçit dem şubhetê şem'a geş e

şem'a şebistanan ew e werda gulîstanan ew e
Sirrê tebistanan ew e şoxa Herîrî dil geş e

'Ecîb letîf û cindî ye ezman(ziman) nezan û Rûmî ye
Ageh ji eşqbazan niye mest û xumar û serxweş e

Serxweşê cama şerbetê dêm şubhê şem'a zulmetê
Hûriya d'baxê cinnetê serdara çendîn mehweş e

Mehweşê ku westan sef be sef ew hate der Misrê tekef
Wan got Eliyo la texef meb'mirdinê qewî xweş e

This work was published before January 1, 1929, and is in the public domain worldwide because the author died at least 100 years ago.

Public domainPublic domainfalsefalse