Caşiktirrên

From Wikisource
Jump to navigation Jump to search
Caşiktirrên
by Şêx Rizayê Talebanî

1
Caşiktirrên Mikayil we‘dî be ser nehêna
‘Umrî geyişte heşta wazî le ker nehêna

Le neslî ker nebiwaye jinî ehêna, bellam
Wazî le yeksimxanî xatû zerrker nehêna

Gîske gerreyî birde çoll ta kerêkî pê bigrê
Le negbetî ew careş karî be ber nehêna

Neyzanî terrbehar e wilax tîya detûrrênê
Xoy kirde pendî şarê, qet way zerer nehêna

Em bazî bû tirrandî be ber koşya tûrrandî
Ta rîxî dernehêna te’rîxî dernehêna

2
Le segim pirsî: ‘Eceba qewmt e Husnî Paşa?
Tûrre bû kilkî leqan û witî: Haşa haşa!

Rastî gerçî segîş im be Xuda xom dekujim
Nawî min bênî le gell îsmî xebîsî Paşa!

3
Le sexa û le kerem da
Le fesahet le edeb da
Yekebaz e le sefer da
Yeketaz e le hezer da

Taqe‘eybî ke hebê
Her ewe ye taqekes e
Le hemû xakî ereb da
Le hemû şarî ‘ecem da

4
Kafî kilk û kafî kûn û kafî ker têkell kira
îsm û naw û şoretî Kerkûkî lê teşkîl kira

5
Daxillî ferc e le ser qing kêr be gun de‘wa deka
Nanî Kunemasî dexwat û pasî Cirtawa deka

6
Ehmeq im nemkird heta rîşim nebû ganê bidem
Mistefa Beg çakî kird ta rîşî hat her ganî da

This work was published before January 1, 1929, and is in the public domain worldwide because the author died at least 100 years ago.

Public domainPublic domainfalsefalse