Bi Qurban Bim

From Wikisource
Jump to navigation Jump to search
Bi Qurban Bim
by Ebdurehmanê Axtepî

Çi yarek min heye şêrîn tebarek
Bi qurban bim, bi qurban bim, bi qurban

Di subhê îdê qurbanê mubarek
Bi qurban bim, bi qurban bim, bi qurban

Heta kengê bisozî qelbê naçar?
Bi vê hicrê giranî rozê xeddar

Tesellîkê ji bo qelbê birîndar
Bi qurban bim, bi qurban bim, bi qurban

Ji min yekser te bir ‘eql û kiyaset
Li nik min nîn e qet fikr û feraset

Bi vê hicrê te, kuştim hinde zahir
Misilmanî neyî tersa û kafir

Bike îhsan li min bêçare axir
Bi qurban bim, bi qurban bim, bi qurban

Bi qurban ew qeda wekî serwê baxan
Bi heyran xalê reş leşbîhê zaxan

Bi weslek, xweş bike van curh û daxan
Bi qurban bim, bi qurban bim, bi qurban

Qesem billah hezîn im, dilnîgar im
Elemkêş im, feqîr im, daxîdar im

Kubarê bes ke ey yarê kubar im
Bi qurban bim, bi qurban bim, bi qurban

Ela ey dilbera bêmisl û manend
Siye çeşmê, elîf enfê, sipî-zend

Bi rehmet min veke ez qeyd û ez bend
Bi qurban bim, bi qurban bim, bi qurban

Bi qurban bim, ewê dîdarê şêrîn
Bi heyran bim, ewê balayê nûrîn

Demek merhem ke van curhê di pur xwîn
Bi qurban bim, bi qurban bim, bi qurban

Bi wan zulf û bi wan çeşmê xezalî
Digel ew cîlwê û naz û delalî

Kirim yexsîr û sewda labûbalî
Bi qurban bim, bi qurban bim, bi qurban

Bi qurban bim qed û bejn û dilara
Ne ez tenha Semerqend û Buxara

Veke babê kerem carek Xuda ra
Bi qurban bim, bi qurban bim, bi qurban

Bi qurban bim, bi heyran bim şeb û roz
Bes e gotegeh va nazê cîgersoz

Wucûda min cedem kir hicra dildoz
Bi qurban bim, bi qurban bim, bi qurban

Wucûda min mehû kir hicra dilber
Dil û dîn daye yexma cumle yekser

Li min rehmet ke ey dildarê esmer
Bi qurban bim, bi qurban bim, bi qurban

Bi qurban purçem û kîsû û xalan
Di gel wan awirê çeşmê xezalan

Te ez kuştim bi van naz û delalan
Bi qurban bim, bi qurban bim, bi qurban

Gelo dîsa bibînim ez 'eyanî
Ku dildar im nîqab ez dêm hilanî

Bi nazî saxirek pur bade anî
Bi qurban bim, bi qurban bim, bi qurban

Xwezî carek bidîta min bi dîde
Ku yarê nazikê xwûb ê guzîde

Bihata xelweta min hicredîde
Bi qurban bim, bi qurban bim, bi qurban

Bi qurban zulf û çeşman qed û qamet
Dewa ke qelbê min carek bi rehmet

Di hicra te nema min keyf û rehet
Bi qurban bim, bi qurban bim, bi qurban

Bizan ez bilbilê werdê cîhan im
Di ‘eşqê de yeqîn şahê cîhan im

Şev û rojan ev e werdê zeban im
Bi qurban bim, bi qurban bim, bi qurban

Çi kewkeb min heye der burcê esman
Ku peyda nabe ez dilber tu nîşan

Li min şefqet ke carek ez biheyran
Bi qurban bim, bi qurban bim, bi qurban

Evî qelbê te seng e, yanê polad
Bi vê zilm û te'eda bûye mu'tad

Bike carek minê bêçare dilşad
Bi qurban bim, bi qurban bim, bi qurban

Nikarim hemle kim barê fîraqê
Bes e hinde dirêj ke ihtîraqê

Were ser îtîhad û îtîfaqê
Bi qurban bim, bi qurban bim, bi qurban

Bes e "Rûhî" heta kengê dirêj kî?
Heval û haziran bîlcumle gêj kî?

Bibêj wextê duayê çûn limêj kî
Bi qurban bim, bi qurban bim, bi qurban

This work was published before January 1, 1929, and is in the public domain worldwide because the author died at least 100 years ago.

Public domainPublic domainfalsefalse