Beyta Biharê

From Wikisource
Jump to navigation Jump to search
Beyta Biharê
by Mele Mensûrê Girgaşî

Subhan ji şahê bêçûn.
çi biharek keskûn e.

Qadirê Kun fe Yekûn.
Ji erdan derbûn uyûne.

Kûhîsarê di mehzûn.
Bi îzna wî vebûne.

Mineqeş bûn cîbal e.
Ji palal û beybûn e.

Ji dengê reidê biharê.
Wê hilat kêrestûn e.

Wê nazil bûyî xelat e.
Biyaban tezeyyûn bûne.

Beybûnokêt nîhala.
Jê têt bêhna muenber.

Gerden ji reng piyalan.
Dirêjin miskê ezfer.

Nezer daye bi cîbalan.
Mikemil bûn sor û zer

This work was published before January 1, 1929, and is in the public domain worldwide because the author died at least 100 years ago.

Public domainPublic domainfalsefalse