Be Şestî Zullf û Rûy Mahî

From Wikisource
Jump to navigation Jump to search
Be Şestî Zullf û Rûy Mahî
by Hecî Qadirê Koyî

Be şestî zullf û rûy mahî weku mahî giriftar im
Gehê dillgestey mar im, gehê gîyan xestey nar im

Segî dergat û mecnûn û nicûmî asman yekser
Meger her xot bizanî çon gewah in min ke bêdar im

Be yadî nexlî ballat aw le çawma bê qisûr herdem
Decoşê, xayetî dûrim, dezanî min wefadar im

Le behr û bêşe û sehra, neheng û zeyxem û rûba
Weku seg helldeyên êsta le ah û nalley zarim

Emîş caran nîye qurban tufeylî bême ser xwanit
Xetit mîhmanî ye emsall nemawe lezzetî parim

Be giryanî rîya wa’îz be serma hat û neyzanî
Kewa min aşnam nagate qapîm mestî huşyar im

Êraqî bê ewan, meşreb muxalîf, wek seba heste
Meqamî rastî Hacî Hîcaz e ger deçê yarim

This work was published before January 1, 1929, and is in the public domain worldwide because the author died at least 100 years ago.

Public domainPublic domainfalsefalse