Bê Lebê Lelî Mela (Çi Hez)

From Wikisource
Jump to navigation Jump to search
Bê Lebê Lelî Mela (Çi Hez)
by Melayê Cizîrî

Bê lebê le'lî Mela min ji meya ali çi hez
Suhbeta tê nebitin yari bi her hali çi hez

Qedehek bade bi destê xwe li qelbê me birêj
'Aşiqê soxîte bê ateşê seyyali çi hez

Ne ku wek teyr ji mujên te bibarin peykan
Ji birînên di dilî şubhetê xirbali çi hez

Hezz û lezzet me bi 'umrê xwe di 'işqa te nedî
Hem bi van derd û xeman zêde tu îsali çi hez

Husn û sur zatî nebit cezbe li dil dit mehbûb
Me ji zulf û xet û xal û qedê meyyali çi hez

'Ilmê 'işqê but û latan bi rîwayet nabitin
Qederek hal ku nebit şubhetê her qali çi hez

Bedewî paki çi kit feshetê meydan ko nebit
Mustmi' guh nedirit mutrib û qewwali çi kit

Durrê nasufte dibêjim ji lebê le'lî Mela
Ger rewanbexşi nebit nezmê ker û lali çi kit


This work was published before January 1, 1929, and is in the public domain worldwide because the author died at least 100 years ago.