Asmanî Bêstûn

From Wikisource
Jump to navigation Jump to search
Asmanî Bêstûn
by Hecî Qadirê Koyî

Asmanî bêstûn wek xusrewî mîhrî hellat
Hîndî şew têk çû, şika wek mûy zengî leşkirî

îttîfaqen îttîfaqim bû le gell Nalî weku
Tacir û gewher le gell gewherfiroş û muşterî

çend xezel bûn taze baftî kargahî muşterî
Tacîr û gewher meta’ û şamî xurbet tacîrî

Yek yekî hênaye der, gerdî kesadî lê tekand
Daye min fermûy dirêxa kes nîye sewdagerî

Dest be destî xistim û hem daye ber ba mecme’im
Asefî min bay le cem’î to ke Hacî Qadirî

This work was published before January 1, 1929, and is in the public domain worldwide because the author died at least 100 years ago.

Public domainPublic domainfalsefalse