Ahê Ji Derdê Dil (Çerx)

From Wikisource
Jump to navigation Jump to search
Ahê Ji Derdê Dil (Çerx)
by Melayê Cizîrî

Ahê ji derd-i dil dikit
Herçî nedî azarê çerx
Derbê li nêva dil didit
Lami'sifet nûbarê çerx

Tên sîneyan peykan nihîn
Amanca wan tîran em în
Dama belayê der kemîn
Her guşe dor madarê çerx

Bîra xwe tînin xenceyan
'Aşiq di nêv işkenceyan
Tavête dil ber penceyan
Herdem ji nû şunqarê çerx

Kû van letîfan gul'izar
şona gulan restîne xar
Lew tên ji bilbil ah û zar
Nêva cihê gulzarê çerx

Sed baziyan ev huqqebaz
Tînit bi hîle kar-i saz
Geh geh ko naz e û geh niyaz
Sehhar û pir mekkarê çerx

Herçî bixwînit suhbetê
Axir di cama şerbetê
Zehra helahil dê detê
Da dil nedin azarê çerx

Ev erreya jehrîdidan
Min jê di dil danin sinan
Ma l'behrê ferqê duşmenan
Bêt û biret minşarê çerx

Dijmin ji can talan bitin
Ew xwe hero nalan bitin
Mîlak û dil kalan bitin
Lê bêt û ret xeddarê çerx

D'ev kuhnexanê mislê deyr
çendîn kewakib têne seyr
Peykan bi davê şubhê teyr
Her jê dibarin narê çerx

şemsê bi şemsê cam bi cam
hetta dikin dewrê temam
Ateş dirêjit her medam
Ev gunbeda dewwarê çerx

Agir di ab û gil dikit
Qelban ji qelban hildikit
Metqeb di can û dil dikit
Da'im evistin karê çerx

çendî ko xoban bên rezim
Min jê di dil da nin gezim
Amanca wan remzan ez im
Ser'eskerê seyyarê çerx

Min pir şevan hetta seher
Danîne rê sem' û beşer
Ew mahirû ma bête der
Ta bême newbetdarê çerx

Kes dî li lewhê sîne qet
Neqşek vehatî bêxelet
Herdem ji nû yek tazexet
Tavête der pergarê çerx

Ma j'hesreta şîrînleban
Xew tête çehvan qet şeban
Firyad-i der ber kewkeban
Pirsê bike j’ bîdarê çerx

Van rehrewên himmetbelend
Berdane meydanê semend
Sergeşte yîn hetta bi çend
Ev rekbê meş'eldarê çerx

Gavek ji dengê zengilan
Êmin çi rûnîn menzilan
Hey hey dibînin mehmilan
Firyad e her qentarê çerx

Pir min ji vê çerxê Mela
Kêşane afat û bela
Ebleh dibînim wî hela
Herçî ji dil bit yarê çerx

This work was published before January 1, 1929, and is in the public domain worldwide because the author died at least 100 years ago.

Public domainPublic domainfalsefalse