Şerbeta Lam û Beyan (Nadim)

From Wikisource
Jump to navigation Jump to search
Şerbeta Lam û Beyan (Nadim)
by Melayê Cizîrî

Şerbeta lam û beyan ez bi heyatê nadim
Badeya le`lê bi ava zulumatê nadim

Hor û wildan û perî cumle cema bin îro
Mûyekê pê ji xetê wê but û latê nadim

Ger bidit destê tewafa pê û destan bigirim
Wê mecalê bi wuqûfa 'Erefatê nadim

Ez û yar ger şevekê herdu hemaxûş bibîn
Leyletu l-qedr e me ew şev bi beratê nadim

Canê şêrîn ko ji yar ra bi xwidan ez dikirim
Ne bi yarê xwe di weqtê sekeratê nadim

Şerbeta zehra helahil ko hebîbê me bi dest
Bi gulab û şeker û qend û nebatê nadim

Ne bi qanûn ko işaret bi şifa'ê bikirit
Ez hilakê xwe di 'işqê bi necatê nadim

Telbe kir weslê ji dilber mi bi 'unwanê zekat
Go tu 'ebd î we bi 'ebdê xwe zekatê nadim

Wê bi peykê bikirîn mat-i reqîbê dîsa
Bi rex û fîl û feres ez şeh û matê nadim

Di semaya seherê dest bi kes dî îro
xeyr-i şîrînqed û mewzûnherekatê nadim

Hate destê me di reqsê we digo bil ji Melê
Dest bi kes dî di semaya ko Mela tê nadim

This work was published before January 1, 1929, and is in the public domain worldwide because the author died at least 100 years ago.

Public domainPublic domainfalsefalse