Şehsewarî Belaxetî Kurdan

From Wikisource
Jump to navigation Jump to search
Şehsewarî Belaxetî Kurdan
by Hecî Qadirê Koyî

şehsewarî belaxetî kurdan
Yekke tazî fesahetî Baban

Mistefa ye texellusî kurdî
Xezelî kirde berbutî kurdî

Nawî sahêbqiranî xasî ew e
çunke lem ‘erse espî ew bedew e

Ew ke noşî şerabekî tallî
Nalî lew ‘erse da buwe talî

Nalî ustadekî gelê ça bû
Xidirî abî heyatî me’na bû

Yekê tir bû Muhemmedî Fîkrî,
Mûy deengawt be tîrekî fîkrî

Yekê Rencûrî ehlî Kerkûk e
Fîkrî bîkrî hemû weku bûk e

Yekî tiryan Emîn Begî Dizeyî
Diz nîye şa‘îrêk e cerbezeyî

Keyfî hacet nîye bikem basî
Em kitêbey bixûnî deynasî

Salîm û Meşwî, şêx Reza û Xeste
şa’îr in her çuwarî berceste

Wek Wefayî kem e le şu‘rayî
Xetî wek beytî çak û espayî

Le kun û qujbinî kelawey dehr
çendî tir hen mîsalî gencî guher

Sebkî camî n û xîretî Selman
Beytîyan win buwe weku xoyan

Melkeqorr û Hîmarî û Kîseşkel
Qîs mîn esmaîhîm we la tes’el

şî‘rîyan ciwan e bes nîye kurd in
Gerçî bednaw in û gelê wird in

Be fîdayan dekem sed îbnu Yemîn
çunke derbestî xîretî kurdî’n

Le Cizîre yekêk e şêx Ehmed
Sahîbî naw û murşîdî erşed

Ewî Camî gutûyetî eme ye
Lew qise û medhe meqsedî eme ye

Pîr mirdî bidîde em zi Cizîr
Nîk mirdî bidîde em zi Herîr

Ehmedî Xanî sahîbî »Memozîn«
şahbazî fezay ‘îllîyîn

Xelefî ew debin le Godîngan
Le Cizîr pêy dellên Feqê Teyran

şa‘îrî êre gerçî zor mawin
Em dû sêyen ke wa le pêş çaw in

çend ewendey ke ‘erzî êwem kird
şu‘eraman heye be dest û bird

şa‘îrî kon û tazûy kurdan
Ke le te’dadî ‘acîz e însan

Ewî xom dîwme yane xo eserî
Eme ye bot dellêm be muxteserî

Me’denî ‘îlm û ‘alîmî ‘amîl
Qutbî dewran û murşîdî kamîl

Her le ewwell cenabî mewlana
Neqişbendî rewaqî îllella

Xewsî Sanî û Hatemî mezheb
‘Ebdurrehmanî xalisî meşreb

Weku Bêtûşî şa’îrî ‘erebî
Ta qîyamet ne kes buwe û ne debî

şa‘îrî Caf û nezmî etrafî
Mewlewî û Xane kafî ye û şafî

Ewî serxêllî ‘êlî ewzan e
Le ‘eşayir Mela Welledxan e

Xo Mela Mistefay Bêsaran
Bê nezîr e le nezmî Kurdistan

Melkeman melkemûtî me’na ye
Ye’nî her çonê hez bika wa ye

Wek Mela Xidirî Rûdibarî nîye
şî’rî abî heyat e tarîy nîye

Hîkmet û nezmî Mîrza Ye’qûb
Wek Filatûn e lefzekan wek kûb

Ye‘nî fîkrî le asman be der e
Ba‘îsî ‘eyş e, dafî‘î keder e

Hesenî bawkî Feqê Omer
Kurrî Omer, Muhemmedî serwer

Mencellî nezmî gewre û giçke’n
Bo xeyallatî ‘eynî sê kuçken

şa‘îrî Zengene nîye heddî
Weku şuc’anî nakirê ‘eddî

çunke mecmû‘î teb‘î mewzûn e
Sîneyan mîslî ayine rûn e

întîxab nakirê le ber çakî
Wek le şerr da siwar û çalakî

Dû wehîd in Muhemmed û Ehmed
Yekê komasî ye yekê derbend

Hemewendîş ke xizmî xoman in
şa’îrî zor e pakî deyzanin

çunke tîjîy zubanyan yekser
Kewte nûkî rim û demî xencer

Bê kitêb in, eme le wan dûr e
Merdî aza le naqîsan dûr e

Deştî Kerkûk û kêwî Hewraman
şa‘îrî zor e bê hed û payan

Sade her nawyan bikem îmla
Em kitêbe biçûk e beş naka

Her le şîrazewe heta Baban
Pakî yek nezm e pêy dellên Goran

Her le Mûsill heta hedî Baban
Beytîyan kirduwe weku cafan

Besî ye bê’arî ey gelî xizman
Lem hemû beytî mîlletî xoman

Eger ême û sine û suleymanî n
Nawî yekyan be çakî nazanîn

Wek Muhemmed Henîfe beytî metîn
Nîye îlla hesarî Qustentîn

Beytî Dimdim ke qedrî nazanin
Pakî sîhrî hellallî kurdan in

Weku şaname ger binûsraye
Lêt mu’eyyen debû çi westa ye

Espî reş beytî ta billêy çak e
Nezmî yegcar siwar û çalak e

Espî şeşpêyî qehremanî ‘ecem
Mehzî kîzb e be îttîfaqî umem

çunke nûsrawe xellkî deyxûnin
Lem hemû beytî ême da kor in

Were emca le hesretan memire
çiwar pelî espî sunnîyan megire

Weku beytî Hetem le de’wa da
Nîye, Fîrdewsî sed kilik bada

Em fesîhane pakî bênaw in
Ba’îsî pêt billêm nenûsraw in

Dû ‘Elîn şa’îr in weku Hessan
Berdeşan û Herîr e meskenyan

Yekê hemnamî xom be xom dîbûm
şêx Wesanî bû merdekî me’lûm

Weku min bû be zahîrî cahîl
Batînen şa’îrêkî zor kamîl

Ehmedî kor le şarî Sabllax e
Beytekî dax e, beytekî bax e

Eme mecmû’î şa’îrî xerran
Herweku mesnewî n le nêw kurdan

Hemûyan bênezîr û yek wezn in
Qabîlî bezm û layîqî rezm in

Xeyrî Dimdim le man be nezme cuda
Bê seda tepllî nezmî deng nada

Be rewanî mîsalî abî rewan
îrtîcalî n hemû be bê daman

Kullî beytêkî dûhezar ferd in
Mangekî pê dewê le ber kirdin

Eme her kurd e layîqî tehsîn
Bê kitêb û mu’ellîm û nûsîn

Kame mindall û şêtî lê bigrî
Her ke bîstî be carê dête berî

Êste me’lûmî bû hemû mîllet
Ey melay ders û muftîy ummet

Ême bêxîret în û bê’ar în
Ewî ney xwênduwe leme arîn

Qeydu tezbîb û şerh û haşiyekan
Bûne seddî me’arîfî kurdan

Hasllî ême wek dekem texmîn
Kirmî awrîşm în û mêşhengiwîn

Nîye aram û rahetî û xewtin
şew û rojê heta dirustî deken

Ke çî romî ke ême deynasîn
Wa dezanê ke ême nesnas în

Yane êranîyek ke me’lûm e
Daykî mut’ e, bawkî mewhûm e

Eme deykate kase deynoşî,
Ew ke way lê dekat û deypoşî

This work was published before January 1, 1929, and is in the public domain worldwide because the author died at least 100 years ago.

Public domainPublic domainfalsefalse