Şahidê Cilwenuma Qudsiyê Feyrûzelibas

From Wikisource
Jump to navigation Jump to search
Şahidê Cilwenuma Qudsiyê Feyrûzelibas
by Melayê Cizîrî

şahidê cilwenuma qudsiyê feyrûzelibas
Heçî rengê te nişan dit tu nişanê xwe binas

husnê bê ayîne'ê 'işqê tecellî nadit
'Işqa Mehmûdî di me'na nemekê husna Eyas

Herçî rengê te bivêtin xwe bibînî li-l-lah
nezerê wer bide kasê çi xweş ayîne ye kas

Tew şerabê bi xerabê bi nehingan de demê
Dê kifayet bi çi rengî me bikin kûze û tas

Remz û razên ney û nayê ko sema'î ne hemî
Ji mehala te bi 'eqlê xwe bizanî ji qiyas

Wê dikit mexlete herdem li herîfan bi cedel
Bi du caman vedixwin sîretê Ebyed-weswas

Destigîrê te nebit xudrê 'inayet li qidem
Nagihî ab-i heyatê bi du 'esker Ilyas

Tu binê mah-i new û destê qedayê heyihey
Ne li zer'ê felekê belkî li 'umrê me ye das

Tirkê xwînrîz û xumarê me bi yek xemzeyekê
Zuhda çilsale li min zîr û zeber kir ji esas

Ji lebê le'lê şeker yar qe nekir pirsa Melê
misriyan gezme reşandin ko kişandin elmas

This work was published before January 1, 1929, and is in the public domain worldwide because the author died at least 100 years ago.

Public domainPublic domainfalsefalse