Şa‘îr û Şêx û Xiwace

From Wikisource
Jump to navigation Jump to search
Şa‘îr û Şêx û Xiwace
by Hecî Qadirê Koyî

şa’îr û şêx û xiwace derbeder in
Le qisey bênetîce da demirin

Basî zullfî dirêj û çawî bexew
Nebirrawe buwe tirrî Xusrew

Qeyd û tezbîb û haşîye û î’rab
Hemû ba birdî bûne mewcî serab

Sefeser ender weten çi kellik degirê
Seyrî nakey şemendefer defirrê

Be qisey sade birsî têr nabê
‘Emel e ‘îzzî dîn û dunya bê

Asinî sard be fû nerim nabê
Be tirranîş hemam gerim nabê

Telixrafîş telêk e bêma ye
Muxbîrî rûy kullî dunya ye

Cewherî ferdî ew mucezza bû
Ya nebû, hasillî çi peyda bû

Giftûgo hasîlî hemûy ba ye
‘Emelîyat e nanî tê daye

‘Ulemaman be qewlî bêserûpa
Pakî xinka le behrî wişkî hewa

Sin’etêk fêr nebûn le paş tehsîl
Seyrî çon bo menahî bûne delîl

Yek be yek bûne xaînî dewllet
Xaînî mullk û duşminî mîllet

Ta te’înatî kor û lall mabû
Le gelê dêyekan melay ça bû

Ew duwane be rehmetî Xuwa çûn
şarekan bê mela û muderrîs bûn

Bellê wa ye le elzemî eşya
Ewwelen xwardin e, duwem sukna

Sêyemî tirsî ‘ewret e enca
Meşxeley la îlahe îlla lla

Piştîwanî bînay şer’î metîn
şîr û bexşîn û xamey rengîn

Bew şeşe dîn muhafeze dekirê
Yekê mird lem şeşane dîn demirê

‘Eceba bo çî ehlî mullkî ‘Êraq
îttîfaqî bedel deken be nîfaq

Bo emîranî xeyre debine gizîr
Nek le xoyan yekêkî bête emîr

Êstekeş firsete gelî yaran
Kepenek bo çî ye le paş baran

This work was published before January 1, 1929, and is in the public domain worldwide because the author died at least 100 years ago.

Public domainPublic domainfalsefalse