Şî’rî Taktak e

From Wikisource
Jump to navigation Jump to search
Şî’rî Taktak e
by Hecî Qadirê Koyî

1
şêx Xefûr bistûme çaçîm pê dellêy,
çak e min nabim be nuqtey la bela!

2
Curmî min dawênî ‘efwî ger nepoşî rojî heşir
‘Ebretî min kafî ye bo ehlî mehşer ser be ser

3
Dersî me’nay bê’îbaret merkezî meyxane ye
Hellqey ceng û cîdal xaneqa û medrese

4
Suxrey cînnî tebî’et suxrey ‘alem hellê
Wa Suleyman dêtewe kotirfirrênit pê deka

5
Basî zarî to xeyallê bû kira bû hat û çû
Bo çî lêm ‘aciz debî qurban le ser hîçî nebû

6
Perdey sîdq û sefa û rastî Adem nedirrabû
Kerbasî xemê bû be qedî bende birra bû!

7
Menzillî me’men nemawe êsteke eyyamek e
Rahetî mumkîn nîye neçîye Medîne ya Meke

8
Sînem degirrê lêm demirrê kelbî reqîb
Em kare weku darî le dû la we gillaw e

9
To xoş debezî espî bezînit pê ye
Min nageme to espî bezînim pê ye

10
çawekem toş pîr debî, rîşit debête gorewî
Wek bifermûy min filan im pêt dellên tuxwa hewî?

11
Xaneqakey kenefî emin e edebxaney ‘am
Cêy qezay hacet e xellqî be zerûrî deçinê

12
Mudde’î diwênê eger cûnî deda ‘eybî nebû
şikllî xoy dîbû le awêne be ‘eksî dewerrî

13
şêx dellê: Barî rîya şanim cidew naka eger
Kêwî Karux bê; gutim: Sed barekella, ker nebî

14
Mes’eley kuhlî le behpî mebniya teqrîr ekird
Pêy ellêt (.....) ehmeqî ker wa ellê îbnu l Hîcir

15
(...) Dexîlit bim sema neybird, zewî qûtî neda
Her le beynî ême da bû, em dill axir kêwe çû

16
Ger neçim lêm ziwîr debê weqtê deçim men’im deka
Seyrî ke bêmirwet e çîm lê deka û çîm pê deka

17
Zor segim dîwe feqet nemdî reqîbî hendese
Wez’î namewzûn debê wek xanûy bêhendese

This work was published before January 1, 1929, and is in the public domain worldwide because the author died at least 100 years ago.

Public domainPublic domainfalsefalse