Şêx Reza û Emîn Feyzî Beg

From Wikisource
Jump to navigation Jump to search
Şêx Reza û Emîn Feyzî Beg
by Şêx Rizayê Talebanî

(Le nêwan şêx Rezay Tallebanî û Emîn Feyzî Beg da şî‘rekanî şêx Reza bo Emîn Feyzî Beg)

Ke teşrîfî şerîfî hat Emîn Feyzî be mêwanî
Le ‘uhdey şukrî dernaçim meger xom kem be qurbanî

Be xatem ger Suleymanî dekird wek min emîn key bû
Nigînî min emînîş e le say Feyzî Silêmanî


(Em şî‘raney xwarewe le layen Mamosta Mihemed Mistefa Heme Borewe kirawin be kurdî):
çi keramet, çi xarîqul ‘ade
Ciqle çatir le kewll û succade

Witeyî min kelik û hem kurt e
Bo bitî sade babetî sad e

Gerçî natwanim le zewî rabim
Hînd le cerm û zebûn û uftade

Ger billên pêm heye le Bexdada
Saderûyî letîf û begzade

Weku gerdî evînî dîdarî
Min be serser ke rûm le Bexdad e

Rû be mizgewt neşîm be dû hengaw
Biçime meyxane tund im û amade

Meşirebim meşirebî Emîn Feyzî
Le dû gêtî ke herdû azad e

Ey Reza ta be merg bike rendî
Eme ye dewlletî Xuda dade


Lay dana le nawî Emîn Feyzî da
Aşkira ye le hunerî hîca da
Nîşane ye bo yekêtîy min û to
Le nawî namîta zîyad û kemî kiwa?
Be ebced bîjmêrî legell Reza da


çi ‘ecayib ke be bûnî to binazê Bexdad
Her be bûnî to ye asoy dû cihan îsti‘dad

Zerre bew naçîziye tacî evîn defirrênê
Ger le ray roşinî to bê tu bika îstimdad


Yarî min wa bo sefer pêy naye naw mallî rîkab
Xaneyî zînî muzeyyen kird û xaney min xerab

Xellkî xoryan katî êware ke lê awa ebê
Min beyanî zû le çawanim ke win bû afitab


Wam lê hatuwe le dûrîy kake Emîn
çep û rastim nezanim kamen û çi în

Wa deka bext ke her nebînmewe yar
Ta bixendim be zeman û be zemîn

çend errêjim be yadî dûrîy to eşik
çend ebim min le dewrî towe xemgîn

Ta xemêkim be fêll ke çare dekem
Hî tirim ser deden ke çûn e kemîn


Mestî badem be camî feyzî towe
Weku ‘îsa le feyz ruhîl emîn

Sallehay dirêj her baqî bê
Be selamet Emînî ême, amîn


Nîştecê mumtaz û bo geşitîş to mumtaz hatîyewe
Ewell û axir Emîn Feyzî to mumtaz hatîyewe


Ustadî qise, pîrî wite, mîrî suxen toy
Watagerî û rahnumay toy û pesen toy

Toy kanî kemalatî Emîn Feyzî Efendî
Kogay rûş û ciwanî Huseynîş û Hesen toy


Meşrebit xoş û lehcet şîrîn e
Gewherîn demte, kan û gencîn e

Fîkrî bîkrit ke beynî beynella
Totya û şîleyî nîgarîn e

Textî Belqîs û rayexî ciwanî
Herdû boy mareyî nîhanî ne

Eme şî‘ir nîye bo nawbang bê
Eme şî‘ir nîye, ‘uqdey perwîn e

Nîweballêkî bîrî ‘tar e
Ke ‘eceb awdar û rengîn e

çi ‘eceb ger billêm le tezmînî
Hunerêkî şî‘ir ke tezmîn e

çi be wate giran û sûk hellbest
Eme ye sehlî mumtenî‘ bîne

Ta be zerbul mîslî kewa deyllên
Ke serencam du‘a her amîn e

Xatirit şad bê Emîn Feyzî
çunke deryayî daniş û dîn e

Duşminit xaksar û tûna bê
Ewe jêrkewtî le‘n û nefrîn e

Fezill zatî Reza le Yezdan e
Ne lewan şa‘îranî xudbîn e


Erê ey hunermend to yarî qedîm î
Toy le bo xusrewan şayanî nedîm î

Be hîkmet nameket razandotewe
Le wê da ke to wa dadwerî hekîm î

Lewewe nawî bote Heway Nesîmî
Ke geşey giyan eda heway nesîmî

Be daniş çi hawtay etom her nedîwe
Meger cewrî ferd û durrî yetîm î

Detewê seferê le Yemen dûritir ke
Ey Emîn Feyzî to le dillma muqîm î


Le towî xamet û le naw henawî qîrtas
Akamî hênd benirx e girantir in le ellmas

Le rûperrey mu‘cîze da zorî wek Meryem
Le baweşyan nawe mindallî ‘îsewî enfas

Kar geyîye cêye kewa min to ey Emîn Feyzî
Bikem be Cibra‘îlî Emîn le rûyî qîyas

Hezar sall ger bimênî, ewe key ‘acibatî ye
Bo şer nîn ke aya Xidrî zînde û îlyas

Raburd lem willate ‘umrî Reza be herzeyî
Derya xo gunahî û begerdî pûçe îflas


Emîn Feyzî le yad û bîrkirdinî şêx Reza da em şî‘rey wek name bo narduwe. şî‘reke kurdî ye:
Dill le ‘eşq û derdî dûrîy to xerîkî biyanû we
Mewsîmî bos û kenarî nêwçewan û zanû we

‘Eynî darî gendell e cestem le ber narî fîraq
Bo se‘atî dîdenît pirr siklle herwek kiwanû we

Ba le ke‘beş bim dillim her ma‘îlî bitxane ye
Bo bonî rût murix asa çaweçawî danû we

Te‘nî naheq narrewa ye wam le ser ‘ehdî qedîm
Wa le kin to û toy tîya, dill îke nem dorranduwe

Min le feyzî towe ye bem mîhneteş hêşta rezam
Bote serbarim gilet cerg û dillmî birijanduwe


çiwarîneyekî kurdîy sêdêrrîy Emîn Feyzî ye û çiwaremî şêx Reza tewawî kirduwe:
Meger weqtê muradî min be cê bê
Xirîngey pawaney zîwî Xecê bê

Ewendem gut Reza derdestke fermûy
Billê Feyzî le cê bêt û le cê bê


şî‘rêkî yekbeytîy turkî. Nîwedêrrî yekemî şêx Rreza ye û nîwey duwemî Emîn Feyzî:
Dewlletin sadiqesî çoq yaşe paşa
Kîmse olmaz sene manend muadil haşa


Em beyte farisîyeş be heman şêwey şî‘rî pêşû:
întizamê hemê ‘alem be întizamêl ‘ulam est
în suxen mezher tesdîqê cemî‘ê hukema est


çiwarîneyekî Emîn Feyzî Beg be turkî ke bo şêx Rezay narduwe supasî ekat bo ew şî‘raney boy nardibû:
Wasil oldî destime aşar kiz
Pek guzeldir guxrîsî afkar kiz
Xirq nur mefxeret oldiq o gun
çoq şikir bu ebd bî miqdar kiz


This work was published before January 1, 1929, and is in the public domain worldwide because the author died at least 100 years ago.