Şêweyê Dilberê Bizan Sunnet e (Ferd)

From Wikisource
Jump to navigation Jump to search
Şêweyê Dilberê Bizan Sunnet e (Ferd)
by Melayê Cizîrî

şêweyê dilberê bizan sunnet e şêwe 'işwe ferd
Herdu nezer ko bin qeran wacib e yek girişme ferd

Herdu qeran ko qible bin herçi dema xwiya bin ew
Wê se'etê di dînê 'işq lazim e yek du secde ferd

Xirqeyê zerq û jengê zuhd min bi meya muxane şûst
şûst û şûyek di meykedê ewwelê kar-i ferd e ferd

Neyşekerên şirînzeban mest-i bi cam û bade bên
Ferd e dibit ji tewbeyê salikê 'işqê tewbe ferd

Saqiyê sîmisaq-i ma zehra helahilî bi dest
Canê me şukr û minnet e tîzirewan e reqs e ferd

Xal-i eger bi wechekê bête qeranê ebrûyan
şubhetê Beyt-i meqdes û Ke'be dibin du qible ferd

Ez ko di de'wa 'aşiqî kifşe dikit zeban derew
Ketmê şehadetê dibit wê se'etê bi şehde ferd

Cebhet û dêm û gerdenê perde dema ji ber biret
Ferd e Mela li haciyan se'y û tewaf û 'umre ferd

This work was published before January 1, 1929, and is in the public domain worldwide because the author died at least 100 years ago.

Public domainPublic domainfalsefalse