Îro Mi Dî Weqtê Seher

From Wikisource
Jump to navigation Jump to search
Îro Mi Dî Weqtê Seher
by Melayê Cizîrî

îro mi dî weqtê seher
Ew dilbera sundus di ber
Dîsa di lebsê sor û zer
Nûrek munezzeh bû beşer
Biskên siyah xalên di qer
Reşkagulê zulf çûne ser
Eswed bû da'im secde ber
Min bestî 'eqda niyyetê
Xeflet bi sir da min nezer
Mîran bi qetlê kir xeder
Tîr dane dil şahê Mecer
Bêmurwe amanc kir ceger
Feryad û efxan sed keser
Weşfan neşêm lê ev qeder
Zanim ko roj bû hate der
Subhan ji şahê qudretê

Subhan ji te şahê celal
Hostayê pir qudret li bal
Xaşa te dayî ev cemal
Dêmê ji qudret xett û xal
Kifş bû di qewsê da hilal
Vê ra mi dî bedra kemal
Lê bûn niqab çewgan û dal
Wan yek bi mestî daye pal
Lê seyyirî bayê şimal
Pêçane ser nûra zelal
Qet kes-i dîn ev reng misal
Mutrib were weqt e û mecal
Zaza bi nayê ra binal
Saqî werîn xemra helal
Carek ji ser dêmê vimal
Zulfên li dora cebhetê

Zulfên mu'enber kagulîn
Biskên siyahreng sinbilîn
Ta ta bi dav dav fittilîn
çînçîn bi mestî silsilîn
Dayê nesîm têk meyyilîn
Wê qest e xala filfilîn
Ebleq ji qudret xemmilîn
Wê buxçeyê gul kemmilîn
Tê 'endelîb û bilbilîn
Roj hate birca sinbilîn
xeflet me dî lew xeccilîn
Mehrûm û mehcûr dilkul în
Mecrûhê tîrên qizil în
Rehmê ke pir şohtîdil în
Vê perdeyê carek hilîn
Bavê niqaba zulmetê

Pirsê l’ mihirdarê xwe ke
Li meczûb û haldarê xwe ke
Bes qehr û azarê xwe ke
Qesta birîndarê xwe ke
şefqê bi dîdarê xwe ke
Têk xerqê enwarê xwe ke
Lê emr û ferwarê xwe ke
şehîdê nûbarê xwe ke
Gestiyê reşmarê xwe ke
Le'lê şekerbarê xwe ke
Bi lefz û guftarê xwe ke
Dermanê kuldarê xwe ke
Lê keşfê esrarê xwe ke
Mexmûrê xemmarê xwe ke
heyranê reftarê xwe ke
Kuştîne tîra muhbetê

Wer ser de carek kuştiyan
Extermeyên xwe b’ yengiyan
Berde bi mil da xemriyan
Badet seher reyhaniyan
Daxên şehîd û şohtiyan
Danîne lê wan tiliyan
Ko j’ mu'ciza xummariyan
Rûh bête dîsa ser giyan
Hêj nabirim qet hêviyan
Ji wan şefqe û dildariyan
Bi l-lah ji nal û zariyan
derba firaq û bihriyan
Teşbîhê tûtakên çiyan
Xew nakirîn şevtariyan
Lê hêj dixwazîn şukriyan
çendî ko rû dîn qibletê

çendî dinê bit her hebî
'Alem di ber hukmê te bî
Herçî divê te her we bî
Lebsê te kêmxe û xare bî
Da'im bi remz û 'işwe bî
şubhet gula her xunçe bî
Wê buxçeyê xar tê nebî
Ageh ji 'uşşaqên xwe bî
çeşmek li ehwalê me bî
Derheq me lê bêperde bî
Saxer medam pir bade bî
Pir şefqe û xweşme'de bî
Bihtir bi rehm û şefqe bî
Bi şîrê te da perwane bî
Mexmûrê çehvên şehle bî
Sotîne narê firqetê

Derdê xedar bêm firqet e
Firqet ji can pir zehmet e
'Aşiq mirin her sa'et e
Ya sehl-i 'aşiq rûh dite
Lê dilber evreng 'adet e
Herçî di bendê da kete
Ewwel didit pê ulfet e
zewq û şefa û suhbet e
Gavek ko ew vê ra rete
Anca ji nageh xeflet e
şîrê cefayê lê dite
Ellah çi wê bêmurwe e
Rehmê bi 'aşiq nabite
Wê qest e can yexma kite
hetta ko dil qenc jê bite
Inşaf ji mehrûyan ne tê

Yar qest e can yexma kirit
Da mu'cizê peyda kirit
Remzek ji reng 'îsa kirit
Ya sihr-i Bû-Sîna kirit
Ji ew le'l-i şekkerxa kirit
Dîsa şehîdan rakirit
Van koleyan aza kirit
Carek xerîban şa kirit
Rastê yedê beyda kirit
Miskê di cerhan dagirit
Da xweş bikit ihya kirit
şefqê ke ya reb da kirit
Reşkagulan ta ta kirit
Sed helqe çîn çîn ba kirit
Hemyan li dêm tuxra kirit
Emrê humayûn ser me tê

'Aşiq divê dil sade bit
Xaka riya yarê xwe bit
Sed dax di dil wek lale bit
Xwînê bixwit rengxunçe bit
Wî can fida şubhet me bit
Lê j' emrê yar xafil nebit
Da'im bi se'y û cehde bit
teb'ê ko yar lê, ew we bit
Yar jî digel bêperde bit
Vê ra bi rehm û şefqe bit
Wek xunçe 'aşiq dil vebit
Dil şubhetê ayîne bit
'Işq û cemal jêk zêde bit
Xal eswed û dêm qible bit
Pêş herdu nûnan secde bit
Vêk ra biwêrin suhbetê

Ê goyê meydanê te bit
Wek min di zindanê te bit
Serbendê çewganê te bit
Mecrûhê peykanê te bit
Yexma û talanê te bit
Her roj jî qurbanê te bit
Bîmarê mujganê te bit
Da'im di fermanê te bit
hebsî di zindanê te bit
Muştaq û heyranê te bit
Sohtî ji hicranê te bit
Dê mestê fincanê te bit
Wî behr di nîşanê te bit
Mûçi ji ber xwanê te bit
Lê lutf û ihsanê te bit
Herdem bixwînî hedretê

Caman bi exyaran nedî
Xemrê bi xwînxwaran nedî
Werdan bi murdaran nedî
Wan rê di gulzaran nedî
Reyhan û gulnaran nedî
Bo wan ji jeyn xaran nedî
Tu remz û esraran nedî
Koran tu enwaran nedî
Azarê mihrdaran nedî
Lê destê bedkaran nedî
Bi nûnekê yaran nedî
Nêv me û xwe estaran nedî
Tîran ji nû baran nedî
Derdan bi bîmaran nedî
Ji xeyr-i sê caran nedî
Rîşin nedêrin taqetê

Bes 'aşiqan mehcûr bikî
şubhet Melê rencûr bikî
Qelbê şikestî hûr bikî
şûna birînan kûr bikî
şem'a me jê pir nûr bikî
Bi zehrê xwe me me'mûr bikî
Tenha me bêdestûr bikî
Mehrem serayê hor bikî
Bi wesla xwe da fexfûr bikî
Ji wê badeyê mexmûr bikî
Nêv kaseya ferfûr bikî
Feydê li dil da fûr bikî
Dêmê ji reng kafûr bikî
Dalan ji xalan dûr bikî
Pê 'alemê meqhûr bikî
Weqtê sehergeh bade tê

This work was published before January 1, 1929, and is in the public domain worldwide because the author died at least 100 years ago.

Public domainPublic domainfalsefalse