Îro Ji Remza Dêmdurê (Dil)

From Wikisource
Jump to navigation Jump to search
Îro Ji Remza Dêmdurê (Dil)
by Melayê Cizîrî

îro ji remza dêmdurê
Minnet ko min mesrûr e dil
Dilber bi fincana surê
Mey da me û mexmûr e dil

Remzek nihîn avêhte dil
Mihrê ji batin mêhte dil
şehzadeyê sur rêhte dil
şehkaseya ferfûr e dil

Hostayê 'işqê dil hevot
Ser ta qedem hingî disot
Remza »ene l-heq« her digot
Bawer bikin menşûr e dil

Dil lê bidit nûra meyê
Weqtê suwaş û heyheyê
Fehm er bikit wehya neyê
Jê dit xeber me'mûr e dil

Nûra ji qudret lê du nûn
Jê ra dinalin erxenûn
Wer ayeta 'işqê bixûn
Xweş nusxeyek mestûr e dil

Tefsîra sirra ayetê
'Arif divêtin guh detê
Raza rumûzên qudretê
Ger deyn bikit me'zûr e dil

Dil ke'be ye mewla ye lê
Narê kelîm îsaye lê
Bangê »ene l-lah« daye lê
Hem Ke'be û hem tor e dil

sed co û sed cobar e tê
sed gulşen û gulzar e tê
çendan ji 'işqê nar e tê
şafî nezer dî nûr e dil

suhbet ko kamil bû bi rê
Carek bi cayê 'enberê
Qelbê biavê micmerê
Xweş'enber û kafûr e dil

şox û şepala leb ji qend
Ew nazika wê qenc û rend
Wê dil ji dil dilda û xwend
îro yeqîn fexfûr e dil

Er dil ji te mesrûr bitin
Min ji Melê destûr bitin
Dê kit cehan pir nûr bitin
Lê da'ima rencûr e dil

This work was published before January 1, 1929, and is in the public domain worldwide because the author died at least 100 years ago.

Public domainPublic domainfalsefalse