Îro Ji Destê Dilberê
Îro ji destê dilberê
Pur bûn li min fikr û xiyal
Bedĥal kirim dêm-enwerê
Weqta ku min dî ew ġezal
Weqta ku min dî ew leṭîf
Qamet ji reyĥana xefîf
Min dî di falê da elîf
Têtin ji min ṣed nalenal
Têtin ji min ṣed ah û zar
J’ bo qameta şibhê çinar
Min bê wê qeṭ nîne qerar
Daʾim ji bejna wê qerar
Bejna leṭîfa enwer e
Qamet bi miŝlê ʿerʿer e
Mişkatê nûra ekber e
Jê tê bixûra ẕu’l-Celal
Jê tê bixûra weĥdetê
Selwa-bilinda qametê
Ṣadir ji ṣenʿa qudretê
Ĥeyf kû beʿîd bûn çavġezal
Ev çavġezala çavxumar
Reşmar ji burcan hate xwar
Kafir kirim ez bê şimar
Dêm-xawerê ebrû-hilal
Ebrû-hilala çavbelek
Nîne bi şubhê wê melek
Lê dîn dibûn ʿaşiq gelek
Xala ĥebîba pur-ĥemal
Xala cemala dêm-binûr
ʿEqlim kirî sewda ji dûr
Naʾê ji destê min ĥiżûr
ʿEceb-leṭîf e ew delal
ʿEceb-leṭîf e cindi ye
B’ ezman-nizafet Kurdî ye
Ageh ji ʿuşşaqan niye
Mest im ji xemra la-yezal
Mest im ji xemra mahitab
Ciwan-leṭîfa nûşebab
Pur kir li min cewr û ʿitab
Reşmar li bircan bûne dal
Reşmar li bircan êwirîn
Nilbil di baġan ġilġilîn
Kafir li ĥalê min girîn
Qelbim kirî ṣed nalenal
Qelbim kirî ṣed ah û wah
Min qeṭ nedî zewq û ṣefa
Zêde li min cewr û cefa
Perwane yim ez bê mecal
This work was published before January 1, 1929, and is in the public domain worldwide because the author died at least 100 years ago. |