Îro Ji Derba Xencerê

From Wikisource
Jump to navigation Jump to search
Îro Ji Derba Xencerê
by Melayê Cizîrî

îro ji derba xencerê
Lazim biêşan î Mela
Teşbîhê zulfa dilberê
Zanim perîşan î Mela

Zanim perîşan î ji dil
Bêhed biêşan î ji dil
Teşbîhê biryan î ji dil
Bi l-lah ne insan î Mela

Bi l-lah çi teb'et adem î
Yekser dibêm yek 'alem î
Deryayê Qaf û Qelzum î
Yan çerx-i gerdan î Mela

Ya reb çi wê mihnetkeş î
Ser ta qedem têk ateş î
Mecrûhê qewsê tûzreş î
Lew dil bi peykan î Mela

Zanim ji 'işqê dojeh î
Behrek ji narê asih î
îro li mahê xergeh î
Teşbîhê seywan î Mela

Ev sîneya wek nay û ney
Pir lê kişandin dax û key
Hê dil bi naehlan didey
Ya reb çi nadan î Mela

Durdaneya dêmgewher e
Ayîneya Eskender e
Bê mirwetê dil kir ker e
Mecrûhê xalan î Mela

Bê mirwetê dil herişand
Teşbîhê şîşê lê kişand
Ker kir ceger xwê lê reşand
Ateş li ser danî Mela

Narê ji rengê dojehê
Husn û cemala wê mehê
Me d'perdeya vê xergehê
Xef kir çi 'Umman î Mela

îro li 'umrê xwey telef
Bê şahid û cama sedef
Bê çeng û saz û nay û def
Zanim peşîman î Mela

Zanim te kohê Tor e dil
Lew her bi nar û nûr e dil
şehkaseya ferfûr e dil
Lew mest û sekran î Mela

Her sîne tabê natemam
Napuxte xam bê mihr û cam
Xerqên di xwîna dil medam
Le'la Bedexşan î Mela

Pir le'l û dur te j' kilkê 'işq
Anîne nezma silkê 'işq
Der berr û behrê mulkê 'işq
Me'lûm e xaqan î Mela

Bêhed li qelb-i şubhê ney
Cewra te danîn dax û key
Lew bêhemel xweş nîne mey
Emma bi şîranî Mela

Minnet ji tali' her ji bext
Asif bi text û bext û rext
Belqîs ewî anî bi wext
îro Suleyman î Mela

Ew herdu le'l û herdu weşm
Geh geh bi naz û geh bi xeşm
Ew bejn û bala hate çeşm
Me d'seyrê rûhanî Mela


This work was published before January 1, 1929, and is in the public domain worldwide because the author died at least 100 years ago.