Îd e û Herkes Ji Dîdara Te

From Wikisource
Jump to navigation Jump to search
Îd e û Herkes Ji Dîdara Te
by Melayê Cizîrî

'Îd e û herkes ji dîdara te lê pîroz e 'îd
Ez tinê mehrûmê dîdar im bi sed menzil be'îd

Her seher dihnêrim ez cana bi ahan ra ji dil
Bareke l-barî bi-is'adin 'eleyha yewme 'îd

Dergehê lutfa te xanim ma li mehrûman vebî
Inne kelben başiten dehren zira'en bi-l-weşîd

Pîremerd im 'aşiq im îro murada min bibexş
Ya hebîbî ya muradî ya muna qelbi l-murîd

Ferre 'eqlî min lehîbî misle bazin ew 'uqab
Zabe rûhî mislema inhelle fî narin celîd

Dem'u 'eynî min buka'in mislu nehrin fî sukûb
Naru qelbî min xeramin fî diramin fi l-weqîd

Dil ji ber narê mecazê bi-l-heqîqet bû pereng
Naru qelbî fî hewahu mislu narin fi l-hedîd

Key xilaş ez dozexê hecrê tu ya bim ey ciwan
Her nefes dared şela û ne'reê hel min mezîd

Kî dizanit min ji rimbazan dema oxilme tên
Têne di sed rim ji wan û sîne tênê sed cerîd

Min ji şeffeynan ji nêva meqtelê rim têne dil
Lê li wan destan nihin xwîna xezaya ez şehîd

Mishefa husn û cemalê sûreta xal û xetan
Ma telewna xeyre herfi la we-Qur'anin mecîd

Gerçi her da'im ji mihrê neynika dilbedre min
Wek hilalê şubhê têm ez carinan bim napedîd

Ma bi le'lên canfeza navê me bînit carekê
Bi-d-du'a bellix teheyyatî li Selma ya berîd

Tu j’ Melayî her bipirs esrarê 'işqê hel dikit
Vê mu'emmayê çi zanin sed mela û muste'îd

Er bi kuştin wer bi hiştin emr û fermana te bit
Ehmedu 'ebdun reqîqun waqifun beyne l-'ebîd

This work was published before January 1, 1929, and is in the public domain worldwide because the author died at least 100 years ago.

Public domainPublic domainfalsefalse