Êmeş Demirîn

From Wikisource
Jump to navigation Jump to search
Êmeş Demirîn
by Hecî Qadirê Koyî

Êmeş demirîn debîne xakî sere rê
Em roj û şewe tenûrî subhî degirrê

Desga û dukanî şarekan dadenrê
Emyan defiroşêt û ewî tir dekirrê

Em bawkî mirduwe yexeyî dadedirrê
Ew bûkî nûy heye ke way bo debirrê

Bê bist e felek aşekî way nawetewe
Bo harrdinî ême çi ‘ecayib degerrê!

Ladêyîy’ş rezî aw dedat û werdî debirrê
Heywane dezê, seg dewerrê, ker dezerrê

Luqman leme da şuwan e ger xoy bikujê
Gawan e Filatûn le xema ger bidirrê

Em deste ke çû desteyekî taze ye dê
Me’lûm nebû em keşmekeşe key debirrê

‘Alem hemû mirdin le xemî zanînî
Em hîkmeteyan nezanî hîç lêy megerrê

Lem lawe heta Hacî neçête ew la
Mumkîn nîye tê biga le we, ger bifirrê!


This work was published before January 1, 1929, and is in the public domain worldwide because the author died at least 100 years ago.