Çawî Pirr Xwênim

From Wikisource
Jump to navigation Jump to search
Çawî Pirr Xwênim
by Wefayî

Çawî pirr xwênim degêrim qîblekem peyda nîye
Nûrî çawim royîwe ya dîdekem bîna nîye?

Wek neyistan awirê berbote derûnim bend bend
Dil ke herwek ney denalê dem be dem bêca nîye

Ey çira lehzêk mudara têr bibînê reng û rût
Werne perwaney xerîb can û dilî perwa nîye

Bo nîsarî meqdemit 'umrêke degrîm roj û şew
Ta bekey gewherfişanî, çawekem derya nîye?

Çî dekem, degirîm, desûtêm, awirî dil namirêtewe
Çi bikem axir nûrî dîdem, sînekem sîna nîye

Ger hezar car bê be koy zûxal be nûrî kêwî tûr
Ew dile, coyayî yek dîdarî wek Mûsa nîye

Hat û rûy wa kird û dunyay kirde naley 'aşiqan
Da nelên nayê qiyamet, rojî waweyla nîye

Helqe helqe tarî zulfit xiste ser rûy nazenîn
Da nelên roj helqegoşî mahî şewara nîye

Pêkenî memnûnî kirdim, zulfekey damê be dil
Da nelên şekkerifroşî ême xoşsewda nîye

Xom beser gêra kutim: qurban perêşanî bese!
Swêndî xward bew zulfe weslim 'eynî sergerdanîye

Men'î nalînim le şewqî gerden û rûy xot meke
Bulbulî subhî behar bêşîn û waweyla nîye

Dil ke bestey zulfe lew lêwane mehrûmî meke
Bêşeker em tûtîye najî ke hêndustanîye

Ga be naz, gahê be xemze memde ber tîxî brot
Kuştinî 'aşiq be hîç dînêkî qurban ça nîye

Ba frîbî min neda wa'îz be gulzarî îrem
'Aşiqî rûy to be hewyay cine almirruy nîye

Ger hemû 'alem bilên: Mecnûne, ta demirim delêm:
Herdû dunya qîmetî dîdarî yek Leyla nîye

Dad le dest husnit ke zulfit nabê bê naley dilan
Arê arê daîrey şahane bêxewxa nîye?

Çit le weslî zulfî min? Fermû Wefayî ha demim
Talîbî 'eyşî ebed be, 'umrî dunya fanîye

Sed hezar dil pêkenî wek gul bedem badî beheşt
Ya henasey canfezay gulzarî xewsî sanîye?

Canişînî hezretî xup alixlayiq qutbî heq
Fer'î taha eslî yasîn newberî geylanîye

Rewşenî çaw û qulûbî 'arîfe 'eksî dilî
Kêwî tûre, mezherî nûre, kilî subhanîye

Pêy leser şanî hemû welyane ceddî xoy delê
Cêy leser çawane şah û şanişînî sanîye

This work was published before January 1, 1929, and is in the public domain worldwide because the author died at least 100 years ago.

Public domainPublic domainfalsefalse