Xem Dexom

From Wikisource
Jump to navigation Jump to search
Xem Dexom
by Nalî

Ger depirsî min leberçî kem dexom
Min be birsî qet mezane, xem dexom

Awî siwêrî çaw û barî tallî lêw
Siwêr û tallî dem dem û jem jem dexom

Ta serî zulfit leser rû helqeda
Min wekû marî ser agir xem dexom

Awî kewser noşî sofî bê ke min
Awî însan, ye'nî maçî dem dexom

Şerbetî xewf û recay exyar û yar
Tirş û şîrîn hem deçêjim, hem dexom

Min le tewrî alem û dewrî felek
Zerbî lazîb, zexmî bêmerhem dexom

Tallî bêyar û dîyar û tar û mar
Elqemî çî? Erqemî çî? Sem dexom

Newe' însanê heye xem qûtîye
Min xemî xom û xemî alem dexom

Xem dellê: Nalî ke xemxorîm neke
Naîlacim min benî adem dexom

This work was published before January 1, 1929, and is in the public domain worldwide because the author died at least 100 years ago.

Public domainPublic domainfalsefalse