Welê Nessê Dalin

From Wikisource
Jump to navigation Jump to search
Welê Nessê Dalin
by Mele Xelîlê Sêrtî

Welê "ness"ê dalin li fedla hinan,
Ji bo te bibêjim hemî efdelan.

îbrahîm û Mûsa û îsa û Nûh,
Bi tertîbê efdeltirin paşê Nûh.

Resûlin, li dû wanre peyxemberin,
Di pêve xewasê melek bihtirin.

Ji 'amê melek qenctirin, ey ciwan.
Jinê dunyewî çêtirin j'horiyan!

Ji hindî jinan Fatîme, pêve da,
Li dû 'Aîşene heçî ma beqa.

Ebûbekre efzeltirê ummetê,
Di kufrê neborandî yek saetê.

Li pêve 'Umer, ê ku nav dayiye
Bi "Farûq"î, Osman li paşê wiye.

Li dû wî 'EIî, sahibê "Zulfeqar",
Evananî sih sal xîlafet buwar.

Li pey vane Se'd û Zubeyr û Se'îd,
Di gel Ebdurrehmanê bûye şehîd.

Digel Telheto Bû 'Ubeyde bizan!
Ku "Eşr-ul mubeşşer" bûye navê wan.

Sebeb wê ku mizgîniya ceimetê,
Ji bo wan ê hatî ji nik Hezretê.

Hemî ehlê Bedr û Uhud bey'etê,
Muheqqeq bûye, dê biçin cermetê.

Weha renge ezwac û 'itra Resûl,
Ji eshabê dîreye erca duxûl.

Ji herba sehaban mekin qal û qîl,
Bihiştîne hem qatil û hem qetîl.

Hemî da û babê di peyxemberan,
Berîne ji enwa'ê kufr û şeran.

This work was published before January 1, 1929, and is in the public domain worldwide because the author died at least 100 years ago.

Public domainPublic domainfalsefalse