Tu Guh Dêre Nutq û Beyana Fesîh

From Wikisource
Jump to navigation Jump to search
Tu Guh Dêre Nutq û Beyana Fesîh
by Mele Xelîlê Sêrtî

Tu guh dêre nutq û beyana fesîh,
Ji bo ferzueynane merdê melîh.

Ku îman û îslam û sewm û selat,
Li ser maHdarane hec û zekat.

Li ser te ji ferzane ey nûrîcan,
Bizanî tu erkan û şertê di van.

Heçî hukmê şer'ê tu muhtacîbî,
Ji bo zanîna wê dê munqadîbî.

Tu îmanê baweriya dil bizan,
Mûtî'bûna îslam bi zahir bizan.

Welakin qe yek bê yekî nabitin,
Musulmanî bê herduwan nabitin.

Tu me'nayê şehdê ku bawer bikî,
Teleffuz eger qadirî pê bikî.

Ji kufrê tu bêşek xwe xaric dikî,
Welê eslê dînî tu hasil dikî.

Wekî ku digel "wê" emel jî bikî,
Tu îman û îslamê kamil dikî.

Me'anî ji bo wê evin, guh bidê,
Tu me'budê bilheq tunî j'bil Xwedê.

This work was published before January 1, 1929, and is in the public domain worldwide because the author died at least 100 years ago.

Public domainPublic domainfalsefalse