Ta Billêy Ferqî Heye

From Wikisource
Jump to navigation Jump to search
Ta Billêy Ferqî Heye
by Hecî Qadirê Koyî

Ta billêy ferqî heye mîhrî min û mahî felek
Le sera ta be sureyya, le sema ta be semek

Her ke lay kirdewe ‘uqdey serî zullfî la da
Le hemû lawe seday sellî ‘ela geyîye melek

Giwê le wa’îz meke emşew tek û tenha were lam
Rojî mehşer be me ger bimxene dozex be derek

Kutkut û tîkebetîkem biken û bimdene seg
Cêgem e lem dere narrom be cinêw û be kutek

Xalîs e sîkkey îxlasî dillî muxlîsî min
Bîxe nêw bote çi hacet be me bîdey le mehek

Ey mehî çarde seyrî mehî dû hefte bike
Wek minî dabinê çawî min û to nagene yek

Lenqûşî xezelim çî n û xeta damaw in
Kê dellê emtî’yey kurd e kellaş û kepenek?!

Bo temaşay belek û zendî spî û çawî bellek
Nîştuwe lem dere ‘aşiq weku hacîleklek

This work was published before January 1, 1929, and is in the public domain worldwide because the author died at least 100 years ago.

Public domainPublic domainfalsefalse