Mizgîn Ji Me Ra

From Wikisource
Jump to navigation Jump to search
Mizgîn Ji Me Ra
by Melayê Cizîrî

Mizgîn ji me ra bêt ji surşêrînê
Canê xwe yê şêrîn didirim mizgînê

Sed çîn di xwe da girtiye zulfa te bi çîn
şi'ra me û heq lew çû heta Maçînê

Neqşên felekan guh didirin vê nezmê
Tenha ne beşer her dikirin tehsînê

'Işqê ji xwidê da tu bixwazî jê ra
Ger dê li neyarek xwe bikî nefrînê

Yek secde tinê ferd e di dînê 'işqê
Bin berqedê yarê di mecalê dînê

'Aşiq ko bi dil fatiheya 'işqê xwand
Ayatê yeka yek dikirin amînê

Me ji le'lê lebê yarê xwe vexwar ava heyat
Exyar-i bila têk-i biçin darînê

Lazim bi xwe ayîneyê Rûhi l-qudus î tu
Lew kes nedîn horî bi vê ayîneyê

Caiz bi te min »heysu l-beşer« nisbet dan
Bihn û şefeq û nazikiya nisrînê

Ev rengê fesahet ji beşer sihrê helal
I'cazê beyan aniye ber tedwînê

Da nale û ahên me ji dil şeh bikirî
Wer guh bide hindavê serê balînê

Ferhad-i dizanit tu ji Perwîz-i mepirs
Etwarê xema 'işq û sura şêrînê

Bê nuqte nehin daîre ihsan ke Mela
Dewwarê çi kit daîreya tekwînê

This work was published before January 1, 1929, and is in the public domain worldwide because the author died at least 100 years ago.

Public domainPublic domainfalsefalse