Hê Di Ber Qalûbelayê
Hê di ber qalûbelayê belko ev 'alem nebû
çerx û dewran dewrê gerdûn gunbedê mîna nebû
'Erş û kursî hêj di mexfî bûn di kenza qudretê
Husnê heq bû istiwayê lami'a 'işqê hebû
Nehtibûn hukmê sifatan ew ji zatê lem-yezel
'Aşiq û me'şûq-i yek bûn şem' û hem perwane bû
Husn û hub zatê qedîm in lê cida bûn ew ji yek
Lê niha ismê hudûsê hikmet û tefsîl we bû
Yek di zatê surşirînan bû cemal û husn û sur
Yek di qelbê ehlê dil nar û celal û cezbe bû
'Aşiq û me'şûq-i el-heq herdu mir'atê yek in
Lew di eslê cem'ê da eslê qedîm ayîne bû
Cezbe û seyra sulûkê bêmehebbet nabitin
Cehdeya bê'işq û hub çendî ko kir bêfeyde bû
Salikên 'işqê yeka yek hewce nînin ez bibêm
Cameya pîrê terîqê ser ji nik şehzade bû
Reng û reng ehlê meqamatê terîqê çûne seyr
Hin celal û hin cemal û sermeyan ev bade bû
Ê birî 'eynê beqayê badenoşê 'işqê bû
Ê bûyî mehwi-fenayê 'aşiqê bêçare bû
Êk ji wan perwane bû soht û fixanek jê nehat
Êk ji wan teşbîhê goyînê bi ah û nale bû
Awirên eswed'uyûnan 'aqilan sewda dikin
Gezmeya 'aşiq vi dil keftî ji çehvên şehle bû
'Aşiq û me'şûq-i da wasil bi yek bin bêhicab
Mehw-i bû bi-z-zati 'aşiq lew di 'işqê perde bû
Lew di 'işqê da fena bû da bibit baqî bi dost
'Aşiqê fanî nebû wasil hetta baqî nebû
Nuqteyê 'ilm û sewadê herf û neqşê 'alemê
Ser didin me'nayekê eslê sewadê nuqte bû
Her yek e û dê yek bimînit ewwel û axir yek e
La cerem nabî du bê, ê dê bimînit her hebû
Herçi de'wayê di 'işqê da Melê sabit kirî
'Eynê de'wayê di nefsi l-emri dîsa şehde bû
This work was published before January 1, 1929, and is in the public domain worldwide because the author died at least 100 years ago.
Public domainPublic domainfalsefalse