Ger Ji Wê Horîsiriştê

From Wikisource
Jump to navigation Jump to search
Ger Ji Wê Horîsiriştê
by Melayê Cizîrî

Ger ji wê horîsiriştê 'işweyek izhar-i bit
Dê bibit narê Xelîli l-lah û dojeh sar-i bit

Wer ji ber perdê yedê beyda bi mu'ciz bête der
şems û kewkeb dê hilên 'alem tejî enwar-i bit

Wer ji 'eksa xemriyan qewsê qezeh dit yasemîn
Dê gul û reyhan bibarin têk û têk gulzar-i bit

şem'-i dê can dit ji şewqê bête ber şubhê nefes
Narit axir ger bi mûyek behsê zulfa yar-i bit

Silsila behsê ji xwîna dilber an zulfa biçîn
Dê xeta bit navê misk er nafe'ê tatar-i bit

toqê gerden helqeyê zunnarê zulfa yarê min
Dê kilîta kelbê 'işqê helqeya zunnar-i bit

'Eqdê ihramê di 'işqê da ko pîrê 'işqê best
Dê çi xem ger xerqe rehnê xane'ê xemmar-i bit

Gezmeyek qewsê şevên 'aşiq bi nîva dil kevit
Dê ji can destan bişût xasma kevan nûbar-i bit

Wer ji qewseynan bi mîzan bêne der cotek xedeng
Dê ceger bit pare pare sîne tar û mar-i bit

Xwîn ji mîlakê bi derba xencerê ger bête der
Bo şehîdê 'işqê êdî dê ji kû hişyar-i bit

Dê ji wan le'lan şifayê dil bi qanûn telbe kit
Da işaret xweş bikin herçî kesê bîmar-i bit

Bilbilê mecrûhê 'işqê taqeta xaran nihin
Dê kulafa rîşê sîne bişkowek bêxar-i bit

Her dilê bazîsifet dê şeydê teyxûnek we bê
Firr û perwazê humayî penceyê şûnqar-i bit

Yar-i dê hakim bitin qewlê reqîban guh nekit
şahê mulkê dilberî dê fa'ilek muxtar-i bit

Dil bi zulmê nasojî, xenc û xet û xal in di dil
Xeyrixwahên dewletê mîrî ji wan guhdar-i bit

Teyrê dil bê tem'ekê nayête dest şehzadeyan
Qûşçiyê şahîn di destê wî di bêazar-i bit

Bende'ê Baxwey bivêt dê meylê sîm û zer nekit
Da 'etaya padişahan bê hed û ijmar-i bit

Sar dibit dil ma bi sed cewr û cefayan zerreyek
'Işq-i teb'etnar e hingî dê biçit dijwar-i bit

Leşkerê 'alem meger yekser te dijmin bin Mela
xem bi mûyek nakişînî ger te dilber yar-i bit

This work was published before January 1, 1929, and is in the public domain worldwide because the author died at least 100 years ago.

Public domainPublic domainfalsefalse