Ez Nizanim Sebebê Yarê

From Wikisource
Jump to navigation Jump to search
Ez Nizanim Sebebê Yarê
by Melayê Cizîrî

Ez nizanim sebebê yarê çira dûr-i kirîn
şahê şîrîndehenan em ji xwe mehcûr-i kirîn

Mislê goy bê ser û pa bûme li ber derb û şekan
Lew bi çewganê cefaya xwe ji dil hûr-i kirîn

Da me sed camê firaqê ji xweh xa'ib nebûyîn
Ji wisalê qedehek da me û mexmûr-i kirîn

Nûrê çeşmê me ko 'alem me bi çeşmên te didî
Bi cemala xwe te wek dîdeê bênûr-i kirîn

Nefesek bê te me naçî ne dijîn bê te demek
Ji te hat emrê humayûn te weh me'mûr-i kirîn

Me dizanî ko tu dê 'aqibeti l-emr-i çi kî
Lebê le'lê şekirîn ahi ko mexrûr-i kirîn

zerreyek bûm di hewaya te di wêraneyekê
Mislê rojê bi şu'a'a xwe te meşhûr-i kirîn

Ji ene l-heq bi lebên le'lê xeberdar-i bûyîn
Bi gulaba serê zulfa xwe te Menşûr-i kirîn

Munşerif ma dibûyîn em bi dused car-i Melê
Lê bi wê kesr û idafê vi xwe mecrûr-i kirîn

This work was published before January 1, 1929, and is in the public domain worldwide because the author died at least 100 years ago.

Public domainPublic domainfalsefalse