Qur'an (kurdî)
From Wikisource
Ev wergera çend ayetên Qur'anê ji aliyê Husein Muhamed hat pêk anîn.
Ji bo Qur'anê bi zimanên din binihêre:
- Qur'an (îngilîzî)
Contents |
[edit] Vekirin
000.001 BI NAVÊ YEZDANÊ DILOVAN Ê CEGERDAR
000.002 Pesin bo Yezdanê Xwedanê gerdûnê,
000.003 Dilovan ê Cegerdar,
000.004 Serdarê Roja Dadkirinê.
000.005 Tu yî yê em diperêsin, Tu yî yê em hawara xwe digihîninê.
000.006 Rêya rast nîşanî me bide,
000.007 rêya yên Te xweş viyane | ne rêya wan yên xezeba Te lê ye | û rêwenda digerrin.
[edit] 112. Baweriya pak
BI NAVÊ YEZDANÊ DILOVAN Ê CEGERDAR
112.001 Bêje: Ew, Yezdan, Yek e,
112.002 Yezdan e, Herheyî ye.
112.003 Ew ne ji kesî çêbûye û ne jî ti kes ji Wî,
112.004 û ti kes jî nîne hevberî Wî be.
[edit] 113. Berspêde
BI NAVÊ YEZDANÊ DILOVAN Ê CEGERDAR
113.001 Bêje: Xwe dispêrim Xwedayê berspêdeyê 113.002 ji xirabiya Wî afirandî
113.003 û ji xirabiya tarîtiyê dema derdoran digire
113.004 û ji xirabiya wan yên pif dikin ben û girêkan
113.005 û ji xirabiya yê hesûd dema hesûdiyê dike.
[edit] 114. Mirov
BI NAVÊ YEZDANÊ DILOVAN Ê CEGERDAR
114.001 Bêje: Xwe dispêrim Xwedayê mirovan,
114.002 Serdarê Mirovan,
114.003 Yezdanê mirovan
114.004 ji xirabiya yê pistepistker
114.005 yê dilwasiyan dixe dilê mirovan
114.006 – ca mirov be yan cin.

