Purpizêk Min Girte Yed
Purpizêk min girte yed lakin ji hukmê firqetê
Purpizêk û çîçek û sorgul di bîra min ne tê
Sosin û sorgul di çîmen restinê fesla bihar
Dilber im peyda nehin meyla me yekser nare tê
Meylê dil çewa biçit ser purpizêk û nêrgizan
Çûn ji hicrê yarê serkeş ketme pêk û herqetê
Sed gul û sed sosin û sê sed binevş û purpizêk
Yek pere nayê li nik dil ew di sûka mehbetê
Dame ber çeşmê xezeb ew dilbera sîmaperî
Sed meded pîrê muxan dîsa bikitin himmetê
Dil tijî xarê muxeylane ji hicra sorgulan
Dê çisan werdê gulan bîn bikim di gel vê mihnetê
Badaya safî 'eqîqî ez kefê horîweşan
Lezzeta kewser didite sofî nizanit qîmetê
Ah û nalîn tên ji min, gestim siyeh-marê gulê
Sotin û narê di dil da ew çi çeşmê şehle tê
Muntezir mam salîha ber barîgahê şahê dil
Lêbit sengînî neda carek qerara wesletê
Ey dilo bes ke fîxan û nale ez destê nîgar
Sebirke ber cumle mihnet çûn ji cananê te tê
Seh ke emsalê Ereb derb-ul hebîbî ke-zebîb
Îbretê bigre ji perwanê mekêşî xefletê
Len tenal-ul bîrre hetta tunfîqû bişnew bî can
Can nîsarê xakîpayê yarê ke bi muhletê
Padîşahê hub, dema bê textê dil ba sed şukû
Dîn û îman û ‘eqil mexlûb dibin der saetê
De'wiyê ‘eşqê dikim zanim durux û kîzb e ew
Aşiqî nabit di gel zuhd û meqamê ‘ezletê
Ger neê dîwane ey "Rûhî" çira çendin zeman?
Can bi kef sewdaser î bo yek peyala şerbetê
![]() |
This work was published before January 1, 1928, and is in the public domain worldwide because the author died at least 100 years ago. |