Dilber Şikêna Şekerek

From Wikisource
Jump to navigation Jump to search
Dilber Şikêna Şekerek
by Melayê Cizîrî

Dilber şikêna şekerek
Fequltu ya rûhî meta?
Go min heta xatir hebit
Min go çi kim ez ba heta

Zulfan tu bes çîn çîn bike
Biskên muqabil dîn bike
Pêşkêşî yek zulfek te bin
Mulkê xeten textê xeta

Dil bendê dava zulfekê
Keftî kemenda ulfekê
Hel fî yedi l-meftûni şey?
Ew keyfe eşne' ya feta?

Zulfên but û şîrînleban
Jehrî ne şubhet 'eqreban
Lê min ji biska pirgirê
îro tinê girtin du ta

Nisbet perî zîba ye ew
Wek nêrgiza yekta ye ew
Ya men re'a xillî fe-hel
Yuşbî bi-şey'in qameta

Me ji buxçeya yar zeyyinî
Bêpirs-i yek sêvek çinî
We-bima ceneytu cenyetî
Elqet 'eleyye cinayeta

This work was published before January 1, 1929, and is in the public domain worldwide because the author died at least 100 years ago.

Public domainPublic domainfalsefalse